Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Partiyeke Brîtanî Ji Ber Daxuyaniyên Nijadperestî Piştgirîya Xwe ji Bo 3 Berbijaran Vedikişne


Lîderê Partiya Reform UK) Nigel Farage di dema hevpeyvînekê de li London
Lîderê Partiya Reform UK) Nigel Farage di dema hevpeyvînekê de li London

Partiya Reforma Brîtanî (Reform UK) ku li dijî koçberiyê ye, piştgiriya xwe ji sê berendamên ku tê gotin peyamên nijadperestî û kîndariyê belav dikin paşve kişandiye, partiyê îro Şemiyê, ev yek ragihand ku çend rojan berî hilbijartinên giştî ku hatiye plankirin roja Pêncşema bihê werin kirin.

Lê jiber ku deriyê berbijariyê hatîye girtin, her sê berbijêrên pêşwext li jêr ala partiya Rêformxwaz ya Brîtanî di pisoleyên dengdanê de bimîniin.

Li gorî BBC, berbijarê ku ji navenda Îngilîstanê ye, Edward Oakenful, par şîroveyên ku behsa asta jîrmendiya gelê Afrîkaya li başûrê sehrayê kiribû.

Okunful destnîşan kir ku gotinên wî ji çarçoveya raman durust hatine derxistin.

Li gorî Times, berbijar Robert Lomas got ku divê mirovên reşik "Divê kimaxên xwe yên tembel bilivînin." Ji ber gotinên weha Edward Oakenful hatiye rexnekirin.

Di derbarê berbijar Leslie Lilly de, tê gotin ku wê li ser torên civakî koçberên ku bi qaçaxî Kanala Îngilîzî derbas dikin ê tên Brîtanya wekî "çopê" binav kirine.

Serokê partiyê, Nigel Farage bi eşkere ew sê berbijar red kirin, dema ku BBC bi wî re li ser daxuyaniyên berbijaran pirsî wî got "Ez naxwazim ku min tiştek bi wan re hebe."

Li gorî rêxistina "Hope Not Hate" Partiya Reformxwaz ya Brîtanyayê ji serê salê vir ve neçar ma ku dev ji 166 berbijaran berde piştî ku gelek ji wan daxuyaniyên nijadperestî û êrîşkar ragihand bûn.

Farage, yê ku berbijariya xwe di destpêka Hezîranê de ragihandbû, erê kir ku partiya wî wext nebû ku "bi tevahî" berbijarên xwe bijarde û serast bike.

Jêder: AFP

XS
SM
MD
LG