Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Peru Bang li Dîplomatên Venezuela Dike ku ji Welêt Derkevin


Avahiyê Serokatiya Kongresê Peru
Avahiyê Serokatiya Kongresê Peru

Hikûmeta Peru piştî rêvebirîya hilbijartinê ya Venezuela ragihand ku di hilbijartinên roja Yekşemê de Serok Nicolas Maduro bi ser ketiye, bang li dîplomatên Venezuelayî kir ku di 72 saetan de ji welêt derkevin.

Muxalefeta Venezuela û çavdêrên serbixwe dibêjin serketina Maduroa ne pêkan e.

Wezareta Derve ya Peru ragihand ku wê jiber "biryarên keyfî û cidî yên rejîma Venezuela" qirar daye ku dîplomatên Venezuelayî ji welêt derkevin.

Peru yek ji welatên serekî ye ku koçberên ji Venezuela revîne dihewîne.

Wezîrê Derve yê Peru Javier Gonzalez-Olaoechea di CNN’ê de li ser pirseke derbarê qutkirina peywendîyên bi Venezuela re got ew tiştekî wisa naxwazin, lê ewê vê helwestê paşguh nekin.

Hilbijartinên Venezuela û serketina Nicolas Maduro
Hilbijartinên Venezuela û serketina Nicolas Maduro


Wî got ku gelek hikûmetên li herêmê ser hilbijartinan bi guman ketine û wek hevdu difikirin.

Peru do Duşemê gotibû ku ew binpêkirina îradeya gelê Venezuela qebûl nake û dîyar kiribû ku ew balyozê xwe yê li Venezuela paşve vedikişîne.

Jimareke mezin ya rêberên Amerîka Latîn encama hilbijartinê red kir û banga zelalîyê kir.

Rêxistina Dewletên Amerîkî wê sibê Çarşemê ser encama hilbijartinê civîneke awarte çêke.

XS
SM
MD
LG