Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Netanyahu Hişyariya Bersiveke Tund Dide Hûsîyên Yemenê


Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu
Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu roja Yekşemê hişyarî da serhildayên Hûsî yên Yemenê, ku dê koma girêdayê Îranê "buhayekî giran" bide, piştî ku Hûsîyan êrîşeke mûşekî li ser navenda Îsraîlê girt ser xwe.

"Îro serê sibê, Hûsîyan mûşekek ji Yemenê avêtin nava axa me. Diviyabû heta niha bizanyaban ku emê tolhildaneke giran bigirin jibo her hewildanek ku zirarê bide me." li gor daxuyanîya ofîsa wî, Netanyahu di destpêka civîna civata wezîran de got.

Berdevkê leşkerî yê Hûsîyan Yahya Sarea ragihand ku komê bi mûşekeke nû ya balîstîk ya hîpersonîk êrîşê TelAvîv kiriye, ku tênê di 11.5 hûrdeman de giheştîya esmanên Îsraîl ya 2,040 km dûr e.

Piştî ku di destpêkê de got ku mûşek li deverek vekirî ketiye, artêşa Îsraîlê paşê got ku dibe ku mûşek li esman parçe bûye, û perçeyên wê li zevî û nêzî stasyonek trenê ketine. Hat ragihandin ti ziyanên canî çênebûne.

"Kesên ku di vê mijarê de hewceyê bîrxistinê ne, têne vexwendin ku serdana bendera Hudeyda bikin," Netanyahu got.

Îsraîlê di Tîrmehê de bendera Hudeyda ya li Yemenê bombebaran kir, piştî ku Hûsiyan îdîa kir ku êrîşek drone biriye ser Tel Avîvê ku sivîlek hat kuştin.

"Dema ku em nêzî yekemîn salvegera operasyona 7’ê Cotmehê dibin, divê Îsraîl li benda êrîşên zêdetir be, di nav de bersîva êrîşa wê ya li ser bajarê Hudeyda jî," Sarea got.

Hûsîyan gelek caran mûşek û dron avêtine Îsraîl, ku wek êrîşên jibo piştgirîya bi Filîstînîyan re pênase dikine, ji dema ku şerê Gazayê bi êrîşa Hamasê ya ser Îsraîlê di Cotmehê de destpê kir û vir ve .

Artêşa Îsraîlê herwiha got ku roja Yekşemê 40 mûşek ji Lubnanê ber bi Îsraîlê ve hatine avêtin û ku yan hatine têkbirin yan jî li deverên vekirî ketine.

Bi deh hezaran kes li her du alîyên sînor yên li Îsraîl û li Lubnanê koçber bûne. Netanyahu roja Yekşemê got ku rewşa heyî ne mayînde ye.

"Rewşa heyî wê berdewam neke. Emê jibo her tiştî bikin da ku niştecihên xwe bi sewlehî vegerinîn malên wan."

Netanyahu herwiha got ku Îsraîl "dijî xeta şeytanî ya Îranê di şereke bi pir alî de ne, ya ku hewl dide wan tune bike. "

Jêder: Reuters, AFP

XS
SM
MD
LG