Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rêberê Hizbulah Piştî Êrîşa Teqîna Amûrên Peywendîyê Gotarek Da


Rêberê Hizbulahê Hesen Nesrellah îro Pêncşemê axaftinek kir, tê de behsa êrîşên vê hefteyê yên ser amûrên peywendîyê yên koma çekdar ya Libnanî kir.

Di gotareke televizyonî de, Nesrellah Îsraîl bi operasyonê tawanbar kir û got ku Îsraîlê bi pêkanîna vê êrîşê “xeteke sor” derbas kiriye.

Di êrîşên Sêşem û Çarşemê de bi kêmî 32 kes hatin kuştin û 3,000 kesên din birîndar bûn piştî ku mîlîtanên berguman yên Hizbulahê û kesên din bersiva amûrên peywendîyê dan û hewil dan bi rîya amûrên bêtêl biaxivin, lê ew amûr di destên wan de teqîyan.

Tê bawer kirin ku ajansa îstixbaratê Îsraîlê Mossad bi vê êrîşê rabûbe, tevî ku Îsraîlê ev yek ne piştrast kiriye ne jî red kiriye.

“Belê, em rastî derbeke mezin û xurt hatin. Dijmin hemû sînor û xetên sor derbas kirin,” Nesrellah got.

Wekî her car, rêberê Hizbulahê bi rîya vîdyoyê ji cihekî nediyarkirî axaftina xwe kir. Alîgirên Hizbulaha ku Îran piştgirîya wê dike hergav li cihekî mîtîngekê jibo temaşekirina gotara Nesrellah dicivin, lê vê carê ev yek pêk nehat.

Jiber asta van êrîşan, hikûmeta Libnanê hilgirtina amûrên wekî “pager” û “walkie-talkie” di firokeyên sivîl de qedexe kir.

Pisporên ewlekarîyê li Rojhilata Navîn û Amerîkayê ji dezgehên ragihandinê yên Amerîkî re gotin ku ew bawer dikin îstixbaratên Îsraîlê bi awayekî xwe gihandine barekî amûrên peywendîyê ku ji paytexta Meceristanê, Budapest, dihate şandin bo Libnanê, û alavên teqînok di wan amûran de çandin berî ku ew bigihêjin destên Hizbulahê.

Hinek agahîyên vê nûçeyê ji Reuters, AP û AFP hatine wergirtin.

XS
SM
MD
LG