Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Narîna 8 Salî di Newalekê de Kuştî Hate Dîtin


Hejmarek ji zarokên Amed - Diyarbakirê
Hejmarek ji zarokên Amed - Diyarbakirê

Keça zaro, Narîn Guran a 8 salî, 19 roj şûnda di newalek de mirî hate dîtin.

Wezîrê Karê Navxwe yê Tirkîye Alî Yerlîkaya, roja Yekşemê li ser platforma Xê ragihand ku tîmên cenderme meytê Narîn Guran a biçûk dîtine.

Wî got, ''Li Bajarê Diyarbakirê (Amedê), li gundê Tavşantepe yê bi ser navça Baglar (Rezan) mixabin îro tîmên cenderme cenazeyê Narîna biçûk dîtin. Rehma xwedê li Narîn be, cîyê wê bihuşta xwedê be, serê me sax be.’’


Narînê li newalek li jêra gund hate dîtin

Walîyê Amedê Murat Zorluoglu derbarê bûyerê de daxuyanîyek da û destnîşan kir ku di rewşeke weha de ku lêgerîn heta jêr erd jî hatiye, newala ku navê wê Eğertutmaz e, lêgerînek hatîye kirin meytê narînê di tûrikek de li deriyê newalê de hatîye dîtin.

''Kincê ku roja winda bibû li ser bû û meyt kirine nav turikek. Jibo bal nekşîne, ser tûrik jî bi kevir û qirşik û belgên daran girtine ku neyê ferqkirin. Berê jî li newalê lêgerîn hatibû kirin lê li ser biryara ku divê her der, bihust bihust dubare were kontrolkirin, danê sibê cenderme meytê Narînê di nav avê de dîtin.''

Çi Çêbû û Narîn Çawa Windabû?

Narîn Guran 8 salî ew 19 roj bûn, di 21ê Tebaxê de li gundê Tavşantepe winda bibû.

Piştî ku Narîn ji xwendina Quranê vedigere, ji dayika xwe re dibêje ew dixwaze here mala Apê xwe. Piştî zarokên Apê xwe dibîne, Narîn dibêje ew westîyaye û dixwaze here malê. Lê piştî wê kêlîyê ji Narînê xeberek nehat girtin.

Narîn bi rojan li Tirkîye mijara sereke bû. Li ser medya civakî jibo dîtina wê haştag hatin vekirin û her roj jibo dîtina wê bi hezaran peyam hatin parvekirin.

DEM Partî û berpirs û endamên wê bi 10an postên di medya civakî de ser windabûna narînê nivîsandin û wêneyên Narînê bi berfirehî di medya civakî de belav bûn.

Meral Danış Beştaş di hesaba xwe ya X'ê dede îro Yekşemê dinivîse "Ez ne tenê xemgîn im, ez hêrs im...Di hişê min de gelek pirs hene...Em ê bersiva pirsên te bibînin Narîn, ez soz didim te. Ax Narîn ax…"

Tîmên cenderme û polêsan, ji kanalê avê, newal û erd û zevîyan, ji binê erde heta nav goristanan, ji hewayê bi rojan li Narînê gerîyan lê encamek bidest neket.

Di nav 19 rojan de deh caran bi heft kuçikên polêsan ku mirovan ji bîhna wan nas dikin, li hemî gund û li gera 11 hezar donim erd, bihust bi bihust li gerîyan.

12 hezar û 565 wesayît hatin kontrolkirin, îfadeya 130 gundîyan hate girtin lê ji wir jî tiştek derneket.

Apê Narîn'ê weke gûmanbar hate girtin

Apê Narîn'ê, Salîm Guran ku di heman demê de muxtarê gund e, bi sûcê ''Destdirêjîya azadîya mirovan û kuştina bi qestî’ hate girtin. Wezîrê Edaletê Yilmaz Tunç li ser giritna apê Narîn gotibû ''Ev jibo tedbîrê ye''.

Li gorî hin îdiayan piştî saetên ku Narîn ji mala apê xwe Huseyîn diçe, Apê wê Salim bi tirimbîla xwe ji gund dertê û ber bi newalê ve diçe. Du saet şûnda li benzînxaneyek destmal distîne. Li ser medya civakî hate îdiakrin, ku xebatkarek benzînxanê, di tirimbîla apê wê de Narîna biçûk dîtîye û ew di betanîyek reng qehwe lpêçayî bû û zaroka biçûk ne li ser hişê xwe bûye. Lê ev îda jî nehate piştrastkirin.

Gelek rojnamevan bi rojan li gund bûn û lêgerîn şopandin kirin. Bawerîya giştî ew bû ku ‘Narîn bûye şahidê tiştek ku divê neyê dîtin…’’

Jiber ku meytê Narîn nêzî gund hate dîtin, cenderme dora gund girt û çûn hatina nav gund qedexe kir.

Meytê zaroka biçûk rakirin Sazîya Tiba Edlî û di encama otopsîyê de eşkere bibe ka çawa hatîye kuştin û meyt çend roj in di wê newalê de ye?

XS
SM
MD
LG