Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Nav Nezelaliya Siyasî û Nakokiyan de Hêviyên Civîna NATO ya li Washington


Lûtkeya NATO
Lûtkeya NATO

Rêberên welatên NATO roja Sêşemê li Washingtonê ji bo lûtkeyekê bi mebesta erêkirina piştgirîya ji Ukrayna re dicivin, di heman demê de ku ew di bin siya gelek mijar û bûyeran de ye, ku "nezelaliya siyasî" li gelek eniyan zêde dike.

Serokê Amerîka Joe Biden (81 salî) dê hewl bide ku di hevdîtinê de ku heta roja Pêncşemê dom dike, bi helkefta 75'mîn salvegera damezrandina NATOyê, hevpeymanan bi şiyana şexsî û mana li ser desthilata seroktiya Amerîka qayîl bike, di demekê de ku jê tê xwestin ku ji pêşbirka hilbijartinê vekişe.

Heya nuha, berbijarê Demokrat ji bo hilbijartinên serokatiya Amerîka li hember fişarên hin endamên partiya wî li ber xwe dide, piştî gengeşeyek ku tê de performansek xirab li hember hevrikê xwe yê Komarî, Donald Trump, meha borî nîşan dabû. Pirsên li ser şiyana wî ya derûnî û bedenî ku ji bo dewreya duyemîn li Qesra Spî bimîne zêde dibin.

Biden di hevpeyvînekê de ku roja Duşemê hat weşandin got, "Li gor we kî dikare di vê rewşê de mudaxele bike û min NATO berfireh kir, ,min NATO bihêz kir."

Li ber ronahiya gumanên li ser şiyana Biden ya rêvebirinê, her 32 welatên din yên di hevpeymaniyê de bi fikar li ser îhtîmala cardî vegerê ya Trump bo Qesra Spî radiwestin.

Lê di lûtekê de sîyaseta Amerîkî dê ne tenê mijar û ciyê bal kişandinê be.

Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron dê beşdarî civînê bibe ku eniya wî di hilbijartinan de li hember rastgirên tundrê yên fransa şkestin xwar, piranîya kursiyên Civata Niştîmanî bidest xistin.

Civîn her weha dê bibe şahidê yekem geşta navdewletî ya serokwezîrê nû yê Brîtanî, Keir Starmer, ji dema ku wî hefteya borî dest bi kar kir, di demekê de ku serokwezîrê Macaristanê Viktor Orban çend roj piştî civîneke nakokî ya ku wî ligel serokê Rûsyayê Vladimir Putin pêk anî, tê.

Rêberên NATO'ê neçar in ku nîşan bidin ku ew ji rastiyên qada şer ya li Ukraynayê dûr neketine û piştgîrî didin wê.

Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelensky dê bibe mêvanê lûtkeyê, bi hêviya ku welatê wî zêdetir sîstemên berevaniya esmanî Patriot bidest bixe, ku ew bi mehan e ji bo rûbirûbûna êrîşên Rûsyayê daxwaza wan dike.

Tê çaverêkirin ku soza dabînkirina çekên zêdetir bo Ukrayna bibe serkeftina herî mezin ji bo serokê Ukraynayê, di demekê de ku hêzên wî hewil didin cihên xwe biparêzin piştî du sal û nîvan ji destpêkirina êrişa Rûsî.

Ji aliyê xwe ve, Kremlînê roja Sêşemê piştrast kir ku ew "ji nêz ve" civîna NATO'ê dişopîne.

Li gorî (AFP) Ajansa Frans Press'ê, berdevkê Kremlînê Dmitriy Peskov got ku Moskow "wê bi eleqedariyeke mezin, şêwazê hevdîtinan û biryarên ku dê bên standin bişopîne."

Jêder: AFP

XS
SM
MD
LG