Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îro Roja Zimanê Dayikê ya Navnetewî Ye


Îro Roja Zimanê Dayikê ya Navnetewî (International Mother Language Day) ye.

Her sal 21’ê Şubatê li seranser cîhanê wek roja balkişandina girîngîya zimanê zikmakî tê pîroz kirin.

UNESCO di 17’ê Mijdar a 1999’an de biryar dabû ku 21’ê Şubatê wek Roja Zimanê Dayikê ya Navnetewî qebûl bike û bal bikişîne ser girîngîya pirçandî û pirzimanî ya li seranser cîhanê.

Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî jî di sala 2008’an de ew roj bi fermî pejirandibû û ji wî demê heta niha li seranser cîhanê wek Roja Zimanê Dayikê ya Navnetewî tê pîroz kirin.

Kurd jî di salên dawî de girîngî didin vê rojê û sazî û rêxistinên Kurdan bi panel, konferans û xebatên din yên ser zimên, vê rojê pîroz dikin û bal dikişînin ser girîngîya zimanê xwe yê zikmakî.

Jêder: VOA

XS
SM
MD
LG