Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Macron Dibêje, Divê Firotina Çekên Ku Li Gazayê Tên Bikaranîn Bê Rawestandin


Serokê Fransa Emmanuel Macron roja Şemiyê got, divê şandina çekên ku di şerê li Gazayê de têne bikar anîn wekî beşek ji hewildanek berfirehtir ji bo dîtina çareseriyek siyasî, were sekinandin.

Li gorî rapora salane ya hinardekirina çekan a Wezareta berevanîyê, Fransa ji bo Îsraîlê ne dabînkera sereke ya çekan e, sala borî alavên leşkerî bi nirxê 30 mîlyon Euro (33 mîlyon dolar) şandin.

Macron ji radyoya France Inter re got: "Ez difikirim ku îro pêşîne vegerandina çareseriyek siyasî ye (û) çekên ku ji bo şer li Gazayê têne bikaranîn werin rawestandin.

"Pêşîneya me niha ew e ku xwe ji aloziyê dûr bixin. Divê gelê Lubnanê di encamê de nebe qurbanî, Lubnan nikare bibe Gazayeke din."

Gotinên Macron tên di demekê de ku Wezîrê Derve yê wî Jean-Noel Barrot di serdanek çar rojî de ye bo Rojhilata Navîn, roja Duşemê li Îsraîl dawî dibe, di çarçoweya hewildanên Parîs yên çareserîyeke dîplomatîk de.

Çavkanî: Reuter

XS
SM
MD
LG