Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Lubnan Êrîşkarê Balyozxaneya Amerîka bi Endamtîya DAIŞ’ê Tawanbar Dike


Dîmenek giştî ya Balyozxaneya Amerîkî li Beyrûtê, Lubnan, 5 Hezîran, 2024.
Dîmenek giştî ya Balyozxaneya Amerîkî li Beyrûtê, Lubnan, 5 Hezîran, 2024.

Ajansa nûçeyan ya France-Presse (AFP) îro Sêşemê got ku desthilatdarên Lubnanî kesê ku gule berdabû balyozxaneya Amerîka li Beyrûtê, bi endambûna koma terorîst DAIŞ tawanbar kirine.

AFP ev agahî ji zarê jêderekî dadwerî yê Lubnanî ragihand.

Meha borî li Beyrûtê, mêrekî Sûrî jiber gulebarankirina ber derîyê balyozxaneya Amerîkî hat girtin, piştî ku di êrîşê de ji alîyê leşkerên Lubnanî ve bi giranî hat birîndar kirin.

"Komîserê hikûmetê jibo dadgehên leşkerî, dadwer Fadî Akîkî, welatîyê Sûrî Qeys Ferrac bi tawana endambûna koma terorîst DAIŞ’ê û pêkanîna kiryarên terorîstî tawanbar kir," karbidest ji AFP re got.

Wî destnîşan kir ku Ferrac hîn rasterast rûbirûyê lêpirsînê nehatiye, jiber ku ew hîn li nexweşxaneya leşkerî ya Beyrûtê di beşa çavderîya metirsîdar de tê derman kirin.

Karbidestê ku nexwest navê xwe eşkere bike got ku bi êrîşkar Ferrac re çekên bêdestûr jî hebûn.

"Dadwer Akîkî herwiha du kesên din jî bi bazirganyîa çekên bêdestûr tawanbar kir. Wan çek û rextên ku di êrîşê de hatibûn karanîn firotine Ferrac," wî got.

Piştî êrîşa ser balyozxaneya Amerîk meha borî, desthilatdarên Lubnanî 20 kes girtin, di nav wan de bav û birayê Ferrac û herwiha melayên ku têkilîya wan bi êrîşker re hene.

Di 20’ ê Îlona 2023’an de jî, çekdarekî gule li balyozxaneya Amerîka reşand, bêyî ku zîyan derkevin.

Jêder: AFP

XS
SM
MD
LG