Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

UNHCR Dibêje Pirtir ji 30 Hezar Kes ji Lubnanê Derbazî Sûrîyê Bûne


Ajansa Penaberan ya Neteweyên Yekbûyî (UNHCR) îro Înê ragihand ku bi dijwarbûna pevçûnên navbera Îsraîl û Hizbullahê, di 72 saetên borî de pirtir 30 hezar kes ji Lubnanê derbazî Sûrîyê bûne, ku piranîya wan Sûrî ne.

Nûnerê UNHCR li Sûrîyê Gonzalo Vargas Llosa got ku pirtir ji 30 hezar kes, bi giranî Sûrî ne, di 72 saetên borî de ji Lubnanê derbazî Sûrîyê bûne.

“Nêzî nîvê wan kesên ku derbazî Sûrîyê bûne zarok û ciwan bûn û hejmara zilaman ji ya jinan hindiktir bû. % 80 ji kesên ku derbaz bûne Sûrî û yên mayîm jî Lubnanî bûn,” Vargas got.

Wî got ku UNHCR jibo qebûlkirin û bicîhkirina kesên ku ji Lubnanê direvin, bi hikûmeta Sûrîyê û hevkarên din re dixebite.

Vargas herwiha da zanîn ku hikûmeta Sûrîyê biryar daye ku bihêle hemwelatîyên Lubnanî jibo demek nedîyar têkevin axa wê, heta ku li ser wan nasnameyê hebe ku navê wan nîşan dide.

Hêjayî bîrxistinê ye ku Li Lubnanê dora 1.5 mîlyon Sûrî dijîn ku ji şerê navxweyî revîbûn. ne welatê xwe ye.

Kordînatorê alîkarîyên mirovahî yê Neteweyên Yekbûyî li Lubnanê, Imran Riza îro di preskonferanskê de got ku bi giştî pirtir ji 200 hezar kes jiber şer û pevçûnan bi neçarî ji Lubnanê derketine.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG