Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Ukrayna Daxwaza Herêmeke Bêfirîn li Rojavayê Welêt Dike


Dîmeneke arşîvê ya muşekavêja sîstema Patriot.
Dîmeneke arşîvê ya muşekavêja sîstema Patriot.

Ukrayna hewl dide ku hevalbendên Ewrupî herêmeke bêfriîn li rojavayê welêt ava bikin da ku rê li ber êrîşên esmanî yên Rûsyayê bigirin, karbidestan ji AFP re got.

Li dema ku sîstemeke baş ya dijî firokên şer li cem nîne, Kîev dixwaze ku welatên Rojavayî sîstemên berevanîyê bişînin Polonya û Romanyayê.

Oleksiy Goncharenko, endamê parlamana Ukraynayê, got, “ez tênagihêjim çima NATO sîstemên Patriot danayîne ser sînorê Polonyayê.”

“Muşekên Rûsyayê berê jixwe derbasî herêmên esmanî yên Romanya û Polonyayê bûne. Ev yek dê parastina sînorên Polonya û Romanyayê bike. Ewê herwiha herêmeke ewle li Rojava û başûrê Ukraynayê çêbike,” Goncharenko got.

AFP ragihand ku ev daxwaz li cem gelek silîvên Ukraynî û karbidestên leşkerî heye ewên ku wê hefteya borî li Kîevê hevpeyvîn bi wan re kiribû.

Wezîrê Derve yê Ukraynayê Dmytro Kuleba gotûbêja ser vê mijarê meha Gulanê vekir, dema got ku “ti behaneyên qanûnî, ewlekarî û exlaqî nînin ku di rîya hevparên de de rawestin eger ew ji herêmên xwe muşekên Rûsyayê li esmanên Ukraynayê bînin xwarê.”

Ev bûye çend meh ku Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelenskyy daxwaza bêtir berevanîyên esmanî ji hevparên xwe yên Rojavayî dike, lê heta niha tiştek negihiştîye Kîevê.

Karbidestek Ukrayn, ku nexwest navê xwe eşkere bike, got ku welatên Rojavayî derbarê gavên ku dibe bibin sedema pevçûnên rasterast bi Rûsyayê re hişyar in, lewra “ev proses hêdî û bêdeng e.”

Li gor Cîgira Serokwezîrê Ukraynayê Olga Stefanishyna, dibe ku ev mijar li hilcivîna NATO ya destpê Tîrmehê li Washington were gotûbêj kirin.

Jêder: AFP

XS
SM
MD
LG