Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Cebar Yawer: Iraq ji Liv û Tevgera Leşkerê Tirkîyê Ya li Herêma Kurdistanê Razî ye ji Ber Wê jî, Bêdeng E


Cebar Yawer, Emîndarê Giştî yê Berê yê Wezareta Pêşmerge
Cebar Yawer, Emîndarê Giştî yê Berê yê Wezareta Pêşmerge

Emîndarê berê yê Wezareta Pêşmerge Cebar Yawer dibêje, eger ku Tirkîyê berê bi rêya esmanî alîkarîyên lojistîkî bo leşkerên xwe yên li Herêma Kurdistanê vediguhaztin, niha dê bi rêya bejayî vê alîkariyê bike û ne pirsê ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê û ne jî bi Hikûmeta Iraqê re dike.

Yawer dibêje "Divê Iraq di vê mijarê de helwestê hebe, lê Wisa xuya dike ku ji hebûna hêzên Tirkiyê razî ye, ji ber wê jî bêdeng e, ji ber ku ne di warê yasayî, ne leşkerî û ne jî di warê navdewletî de nikare pêşiya hêzên Tirkiyê bigire."

Pisporê leşkerî Cebar Yawer dîsan got: "Bêguman Tirkiyê berê bi helîkopteran ji bo dabînkirina hêzên xwe yên li Herêma Kurdistanê û Iraqê bi kar dianî, lê niha rê li ber otombêlên leşkerî, zirxî û tankan vekiriye ku bi rêya bejayî bêyî ku pêwîstiya wê bi deriyekê sînorî hebe dikeve herêmê."

Wî got "Herêma Kurdistanê ti şiyaneke yasayî, leşkerî û navdewletî nîne ku rê li ber hêzên Tirkiyê bigire, erkê Iraqê ye ku herêmê ji wan hêzan biparêze, lê Iraq bêdeng maye." Yawer got.

Li gorî CPT’ê, Tirkîyê ji Kanûna 2017’an heta Nîsana 2022’an li Herêma Kurdistanê nêzî 64 baregehên leşkerî bi kûrahiya 40 kîlometran heta 12 kîlometran ava kirine.

Li gorî CPT'ê tenê di sala 2023'an de Tirkîyê 1548 caran herêmên sînor yên Herêma Kurdistanê bombebaran kiriye û piraniya wan bi balafirên şer û bi dronan bûn.

XS
SM
MD
LG