Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Herêma Kurdistanê Dema Hilbijartinan Destnîşan Dike


Avahîya parlamantoya Herêma Kurdistanê.
Avahîya parlamantoya Herêma Kurdistanê.

Seroktîya Herêma Kurdistana Îraqê îro Çarşemê dîyar kir ku hilbijartinên parlamenê yên Herêmê wê di 20’ê Cotmehê de werin lidar xistin.

Ev ragihandin bi biryarnameyeke Serokê Herêmê Nêçîrvan Barzanî ve hat eşkere kirin. Berdevkê Barzanî, Dilşad Şehab, di vîdyoyeke tomarkirî de biryar xwend.

Hilbijartin jibo dîyarkirina 100 nûneran li parlamena Herêmê têne kirin, lê jiber nakokîyên siyasî gelek caran hatine paşve xistin.

Di destpêkê de darxistina hilbijartinan jibo Cotmeha 2022’an hatibûn plan kirin û herî dawî divîyabû di serê vê mehê de bihatana kirin, lê ew jî pêk nehatin.

Di Sibatê de, dadgeha federal ya Îraqê biryarek da ku hejmara kursîyên parlemena Kurdistanê kêm bike û ji 111 daxist 100 kursîyan.

Bi biryara kêmkirinê, kotaya ku jibo kêmanîyên li Kurdistanê, anku Tirkmen û Xiristîyan, hatibû veqetandin, ji holê rabû.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî.

Biryara dadgehê hevdem bû sedema hêrsa tund ya Partîya Demokrat ya Kurdistanê (PDK), ku yek ji du partîyên serekî yên Herêmê ye û xwedîya postên girîng yên hikûmeta Herêmê ye.

PDK gotibû ku wê hilbijartinên parlamenê boykot bike û namzedên xwe jî tomar neke, eger dadgeh kotaya kêmanîyan serrast neke.

Dadgehê herî dawî biryara xwe nûve kir û jibo kêmanîyan kotaya bi 5 kursîyan destnîşan kir.

Loma, PDK biryara xwe ya boykotkirinê guhert û razî bû ku beşdarî hilbijartinan bibe.

Partîya din ya mezin ya li Herêmê, Yekîtîya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) ye ku bi PDK'ê re desthilatdarîyê parve dike.

Berevajî PDK'ê, YNK'ê bi awayekî dubarekî dijî paşxistina hilbijartinan derket.

Li Îraqa federal, Herêma Kurdistanê ji sala 1991’ê ve xweser e û jibo veberhênanên biyanî xwe mîna buhişta aramîyê pênase dike.

Lê, çalakvan û opozîsyon karbidestên Herêmê bi gendelîyê tawanbar dikin û dibêjin li wir dengên rexnegir têne tepeser kirin û girtinên keyfî hene ku hemûyan şermezar dikin.

Jêder: AFP

XS
SM
MD
LG