Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kremlîn: Pêşnîyarên Von der Leyen Nîşan Didin ku Yekîtîya Ewrupa Mîlîtarîze Dibe


Berdevkê Kremlînê Dimitry Peskov
Berdevkê Kremlînê Dimitry Peskov

Kremlînê îro Pêncşemê ragihand ku soza Seroka Komîsyona Ewrupa Ursula von der Leyen ya ser ‘’Yekîtîya Berevanîya Ewrupa’’, mîlîtarîzasyon û hewaya pevçûnan ya li herêmê nîşan dide.

Von der Leyen dîyar ku ger ew jibo dewra duyê were hilbijartin ew soz dide ku ewê ‘’Yekîtîya Berevanîya Ewrupa ya rast’’ ava bikin.

Ursula von der Leyen
Ursula von der Leyen

Karbidesta Ewrupî di belgeyeke ser bernameya wê ya jibo gera duyê de dîyar kir ku bi Yekîtîya Berevanîya Erupa ewê berevanîya sîberê jî pêşve bibin.

Berdevkê Kremlînê Dmitry Peskov dîyar kir ku belge nîşan didin ku hedefên li pêş yên Von der Leyen guherîne û got ku pêşnîyarên wê rengekî leşkerî li Yekîtîya Ewrupa (YE) dixin.

Peskov ji rojnamevanan re got ku pêşnîyarên Von der Leyen bi awayekî zelal nîşan didin ku dewletên Ewrupa jibo sîyaseta derve mîlîtarîze dibin û xwe didin ser rê û rêbazên pevçûnan.

Wî got ku Rûsya dijî YE gefan naxwe, lê dîyar kir ku endamên yekîtîyê bi kiriyarên xwe yên jibo Ukrayna îhtîmala çêbûna dîyalogê pûç dikin.

Peskov dîyar kir ku rastîyên li dora Rûsya wisa ne û ew neçar dimînin ku jibo sîyaseta li gor wan rastîyan çêkin.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG