Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Koalisyona Navnetewî Red Dike ku Êrîşa Esmanî li Nêzîkî Sînorê Îraq û Sûriye Encam Dabe


Hêzên Hevpeymaniya Navnetewî li Sşriyê
Hêzên Hevpeymaniya Navnetewî li Sşriyê

Koalisyona Navnetewî ya li Dijî DAIŞê roja şemiyê di daxuyaniyekê de ragihand, ku ew "Raportên dibêjin hêzên Amerîkî û hevpeymanan roja Înê êrîşeke asmanî li ser sînorê Iraq û Sûriyê pêk anîne, ne rast in."

Hêza Peywira Hevbeş - Operasyona Niyetkariya Hêzdar- li ser hesabê xwe yê li platforma Xê zêde kir û got "operasyonek eiha çênebû ye."

Li gorî nûçeyeke Çavdêriya Sûrî Bo Mafên Mirov (SOHR)ê roja Şemiyê ragihand ku sê endamên alîgirên Îranê, di nav wan de 2 Îraqî, di êrîşeke esmanî ya şeva borî de hatin kuştin, ku nasnameya aliyê êrîşkar bo ser rojhilatê Sûriyê, li nêzîkî sînorê bi Iraqê re, ne diyar e.

Li gorî SOHR, êrişê cihek li parêzgeha Dêrezorê kir armanc, ku komên ser bi Tehranê ve li devera ji El-Meyadîn heta El-Bûkemal li ser sînorê Iraqê belav dibin.

SOHR ragihand ku "teqîneke tund di encama êrîşeke esmanî ya ku ji aliyê firokeke nenas ve şeva Înê de pêk hat, êrîşê cihekî li bajarokekî li gundewarê Elbûkemalê", çend kîlometran dûrî sînorê bi Iraqê re, armanc girtbû.

Herêma sînorî ya di navbera rojhilatê Sûriyê û rojavayê Iraqê de yek ji deverên herî berçav yên ku komên Îraqî û sûrî yên bi piştevaniya Îranê lê hene.

Bi salan, kamyonên ku çek, cebilxaneyan vediguhêzin û embar û cihên wan yên leşkerî rastî êrîşên esmanî tên, hin êrîş ji hêla Washington û yên din jî ji hêla Îsraîl pêk tên.

Ji destpêka şer û pevçûnan di sala 2011'an de, Îsraîlê bi sedan êrîşên esmanî li Sûriyê pêk anîne, ku çeperên hêzên rejîmê û bingehên Îran û Hizbullahê kirine armanc. Îsraîl kêm caran pêkanîna êrîşan piştrast dike, lê ew dibêje ku ew rê nade Îran li herêmê pêgeha xwe xurt bike.

Koalîsyona navneteweyî gelek caran li xwe mikur hatiye ku êrîş li dijî çekdarên alîgirên Tehranê pêk anîne.

Ji sala 2011'an ve, Sûriyê bûye şahidê şerekî xwînrêj û piralî ku bûye sedema mirina zêdetir ji nîv milyon kesî, wêrankariyek mezin ya jêrxan û koçberbûna zêdetir ji nîva xelkê welêt, çi li nava welat yan jî revîna derveyî welat.

Jêder: CJTFOIR/AFP

XS
SM
MD
LG