Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

SOHR: Koalisyon Bingehên Xwe li Sûrîyê bi Hêz Dike


Firoka Bar Hilgir ya Koalisyonê li bingeheke li Sûriyê
Firoka Bar Hilgir ya Koalisyonê li bingeheke li Sûriyê

Di nava hefteyekê de, Koalisyona Navdewletî hêzên piştevaniya leşkerî dişîne baregehên xwe yên li Sûriyê û rahênanên leşkerî yên tund pêk tîne.

Hêzên "Koalîsyona Navdewletî" bi rêya bejahî û hewayî, ji bo baregehên li bakur-rojhilatê Sûriyê, alavên leşkerî û yên lojîstîkî, çek û cebilxane yên curbicur dişîne bingehên xwe yên li Sûriyê.

Çavdêriya Sorî a Mafên Mirov (SOHR) dibêje, hêzên "Koalîsyona Navdewletî" ji roja 1'ê Îlonê de bi rêya deriyê sînorî yê El-Welîd yê bi Iraqê re hêzeke leşkerî bi çavdêrî û parastina firokeyan anîn û rasterast ber bi bingehên "Koalîsyona Navdewletî" ve ketin rê.

SOHR got balafireke barhilgir ya Amerîkî îro piştî nîvro li bingeha Xerab El-Cîr li gundewarê Rimêlan li bakurê Hesekê dada, ku tê de alavên leşkerî û lojîstîk ji Iraqê anîn. Ev hevdem bû ligel firîna tund a dron û helîkopterên Amerîkî li ser bingehê.

SOHR dîsan radigihîne ku di 7ê Îlonê de karwaneke leşkerî yê hêzên Amerîkî ji binkeya zeviya petrolê ya El-Omer li rojhilatê Dêrezorê ku mezintirîn bingeha wê ye li Sûriyê, ber bi bingeha Amerîkî ya li zeviyên gazê yên Konîco ve ket ser rê, hember devera ku bandora milîsên alîgirên Îranê li berava rojavayê çemê Firatê dimînin.

Karwan bi zêrevanî û parastina helîkopteran ketbû ser rê. Di heman demê de hêzên Koalisyon û Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD)ê rahênanên leşkerî yên hevbeş encam didin.


SOHR got, jiber gefên li ser bingehên Koalisyonê li herêmê di heyama hefteyekê de 4 rahênanên serbazî yên hevbeş li bakurê rojhilatê Sûriyê çêbûne.

Jêder:SOHR

XS
SM
MD
LG