Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Raport: Koalisyona Navnetewî Cebilxaneya Zêdetir Dişîne Mezintirîn Bingeha Xwe li Sûrîyê


Hêzên Koalisyona navnetewî li Sûriyê (arşîv)
Hêzên Koalisyona navnetewî li Sûriyê (arşîv)

Çavdêrîya Sûrî ya Mafên Mirov (SOHR) îro Sêşemê ragihand ku hêzên Koalisyona Navnetewî hejmarek kamyon û 4 otombîlên zirxî ji bo parastina kamyonan şandin mezintirîn bingeha xwe ya leşkerî ya li Sûrîyê.

Ev nûçe ji alîyê çend dezgehên ragihandinê yên xwecihî ve jî hatiye belavkirin.

SOHR da zanîn ku ew hêz û cebilxane ji Herêma Kurdistana Îraqê ve bi rîya derîyê sînorî yê el Welîd şandine bingeha koalîsyonê ya li zevîya petrolê ya el Omer. Ew navend bingeha leşkerî ya herî mezin ya koalisyonê li Sûrîyê ye.

Bingeha Koalisyonê li zeviyên petrolê yên Al Omer li Sûriyê
Bingeha Koalisyonê li zeviyên petrolê yên Al Omer li Sûriyê

SOHR got ku di barên kamyonan de alavên leşkerî û lojistîk, pêdivîyên tendirustîyê û tankerên sotemenîyê hene.

Çavdêrîyê di 8'ê Tîrmehê de jî, ragihandibû ku hêzên "Hevpeymanîya Navtewî" karwanekî leşkerî yê din bi rîya deriyê sînor şandîye bingeha xwe ya li Sûriyê. Li gorî Çavdêrîyê, ew karwan ji 38 kamyonan pêk dihat, tê de tankên sotemenîyê, kamyonên girtî, jeneratorên elektrîkê û çekên dijî firokeyan hebûn. Li gor raportan ew bar hatibûn şandin bo bingehên Amerîkî li Qesrok û Tel Bayder yên ser bi Hesekê ve.

Jêder: SOHR

XS
SM
MD
LG