Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Koşka Spî: Zêdebûna Girjiya Leşkerî Ne Di Berjewendiya Îsraîlê De Ye


Berdevikê Ewlekarîya Neteweyî yê Qesra Sipî John Kirby
Berdevikê Ewlekarîya Neteweyî yê Qesra Sipî John Kirby

Berdevikê Ewlekarîya Neteweyî yê Qesra Sipî John Kirby roja Yekşemê ragihand ku zêdebûna alozîya leşkerî ya herêmî ne di berjewendîya Îsraîlê de ye, dema tundbûna pevçûnên di navbera Îsraîl û Lubnanê de bûye sedema tirsa ji şerekî berfireh li Rojhilata Navîn.

Kirby di bernameya "This Week" ya televîzyona ABC de, rûdanên herî dawî yên li herêmê nirxandin.

"Em bawer nakin ku tundkirina vê pevçûna leşkerî di berjewendîya wan de ye, û Amerîka vê yekê rasterast ji hevkarê me yê Îsraîlî re dibêje, " wî got

Îsraîl û koma Hîzbullah ya Lubnanî ku Îran piştgirîya wê dike, di rojên dawî de êrîşên dijî hevdu zêde kirine. Îsraîlê zûtirîn seatên Yekşemê de bi firokeyên şer li seranserê başûrê Lubnanê gelek cîh kirin armanc, dema ku Hîzbullah jî zêdetirî 100 rokêt ji Libnanê avêtin bakurê Îsraîlê.

"Alozîya niha ji ya çend roj berê gelek zêdetir in," Kirby got.

Kirby bal kişand ser alozîya berdewam û got ku "ya aniha ji ya çend roj berê gelek zêdetir in."

Lê wî destnîşan kir ku "em hîn jî di wê bawerîyê de ne ku jibo çareseîya dîplomatîk dem û qad heye û em li ser vê yekê bixebitin."

Artêşa Îsraîlê ragihand ku hin rokêtên Hizbullahê giheştine Kiryat Bialik, qeraxa bajarê herî mezin yê bakurê Îsraîl, Hayfayê, ku avahîyek di nava şewatê de ma.

Êrîş piştî êrîşeke esmanî ya roja Înê li ser Beyrûtê pêk hat, ku 45 kes hatin kuştin, tevî fermandarên Hizbullahê, û teqînên kujer yên amûrên peywendiyê li seranserî Lubnanê di destpêka vê hefteyê de, ku 39 kes mirin û nêzî 3 hezar kes jî birîndar bûn.

Îsraîl niyaza xwe nîşan da, ku wê Hizbullahê pirtir bike armanc piştî nêzî salekê ji destpêka şerê her du aîyan, piştî ku koma çekdar Hamasê di 7’ê Cotmeha 2023’an de êrîşê başurê Îsraîlê ku bû sedema şerê Îsraîl li Kerta Gazayê.

"Em ji destpêka vê pevçûnê, ji 8’ê Cotmehê û vir ve dixebitin, jibo ku em rê li ber belavbûna wê bigrên, jibo pêşîgirtina li berfirehbûna vê pevçûnê li wir û li derûdora Îsraîl, lê her weha li herêmê," Kirby got.

Serokwezîrê Îsraîlî Benjamin Netanyahu îro soza vegerandina niştecîhên bakurê Îsraîlê da, yên ku jiber pevçûnên nêzî salekê ji malên xwe koçber bûne.

Kirby got ku şerekî tund "bê guman wê ne di berjewendîya wan kesan de be, dema ku Serokwezîr Netanyahu dibêje ku ew dixwaze niştecîhan vegerîne malê."

Jêder: AFP

XS
SM
MD
LG