Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Xameneyî Dibêje Îran û Hevbendên Wê Hember Îsraîlê Serî Natewînin


Rêberê olî yê Îranê Ayetullah Alî Xameneyî îro Înê got ku Tehran û hevalbendên wê yên herêmî wê serî li hember Îsraîlê netewînin.

Di axaftina nimêja Înê ya li Tehranê de mebesta wî êrîşa Îsraîlê ya ser Beyrutê bû ku tê texmîn kirin ku Haşim Safieddîn, şûngirê rêberê kuştî yê Hizbullahê kirîye armanc,

Xameneyî qala Nasrallah kir û êrîşa wan ya ser Îsraîlê wek kiryareke rewa û mafdar bi nav kir û got ku berxwedana herêmê bi kuştina rêberên wê paşve naçe.

Piştî êrîşên muşekî yên Îranê yên Sêşemê, ki Tehranê wek tolhildana kuştina rêberê Hizbullahê Hasan Nasrallah encam dabûn, girjîya heyî hîn zêdetir bûye. Nasrallah kesîtîyekî xurt bû û rêxstina xwe qulipandibû hêzeke çekdar û sîyasî ya xurt ku li seranserê Rojhilata Navîn bi bandor e.

Xameneyî di axaftina xwe qala berpirsê Hizbullahê, Haşim Safieddîn nekir, ku tê gotin cîhê Nasrallah girtîye.

Malpera Axios ya Amerîkî ji zarê karbidestên Îsraîlî ragihand ku Safieddîn şeva borî li veşartgeheke binerdê li Beyrutêe bûye armanc, lê got ku çarenivîsa wî ne zelal e.

Leşkerîya Îsraîlê wek her car, ti daxuyanî li ser wan raportan neda û Hizbullah jî derbarê çarenivîsa Safieddîn ti şîrove nekir.

Reuters ragihand ku birayê wî Seyîd Ebdullah Safieddîn, ku nûnerê Hizbullahê li Îranê ye, beşdarî axaftina Xameneyî ya li Tehranê bû.

Hêjayî bîrxistinê ye hêzên bin bandora Îranê yên li herêmê, Hizbullah, Hûsîyên Yemenê û komên çekdar yên li Îraqê jibo piştevanîya Filîstînîyan êrîşan pêk anîn, lê Xameneyî got ku divê Afganistan beşdarî "berevanîyê" bibe.

Îsraîl ji êrîşa ser xwe ya sala borî vir ve gelek rêber û fermandarên Hizbullah û Hamasê kuştine.

Xameneyî got ku kiryarên Îsraîlê yên vî rengî bê feyde ne, lê wî îdia kir ku her êrîşeke ji hêla her komekê çekdar ya dijî Îsraîlê jibo herêmê û tevahî mirovahîyê xizmetek e.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG