Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Fermandarekî Leşkerî: Çekdarên DAIŞê yên li Kerkûk, Diyala û Selahedînê Bicih Bibûn, bi Temamî Hatin Têkbirin


Leşkerekî Îraqî li herêma Kerkukê
Leşkerekî Îraqî li herêma Kerkukê

Fermandarekî Leşkerê Îraqê yê pilebilind dibêje, pitir ji çar kesan, di nav wan de serkirdeyekî payebilind yê DAIŞ'ê, di êrîşeke plankirî de hatin kuştin.

Fermandar dide zanîn ku di wê êrîşa destnîşankirî de bo ser grûpeke çekdarên DAIŞê ku erkê wan derbaskirina çekdaran bû di navbera parêzgehên Kerkûk, Diyala û Selahedînê de, grûp bi temamî hat jinavbirin.

Fermandarê payebilind ê leşkerê Îraqê, ku nexwest navê xwe eşkere bike, ji Dengê Amerîka re got: "Tugaya 52 ya artêşa Îraqî, bi piştgirîya firokeyên hevpeymanîyê, sibeha îro Şemîyê hêzeke DAIŞê kir armanc."

"Di êrîşê de çar kes, di nav de fermandarekî payebilind hatin kuştin. Dibe ku hejmara kuştiyan bigihêje şeşan ji ber ku laşên wan perçe perçe bûne," fermandarî got.

Balafirên hevpeymanan li devera Xere û Pelkane hêzên DIŞIê kirin armanc û piştre jî hêzên artêşa Iraqê li wê deverê operasyonek pêk anîn.

Ew navçe wek valahiya ewlehiyê ya di navbera Pêşmerge û artêşa Iraqê de tê dîtin û dikeve bakurê navçeya Xûrmato ya parêzgeha Selahedînê.

Navçeya Xere û Pelkane ji Cotmeha 2017ê ve wek yek ji bingehên sereke yên DAIŞê li Iraqê tê hejmartin û heta niha Pêşmerge û artêşa Iraqê bi temamî li ser bicihkirina hêzên hevbeş li wê navçeyê li hev nekirine.

Beşek ji çekdarên DAIŞê yên ku li Pelkane bicih bûne, pisporên cografiya deverê ne û piraniya wan xelkê navçeya Silêman Beg ya girêdayî navçeya Xûrmato ne, lewma ji bo rênîşandana çekdarên DIŞIê yên li wê herêmê hatine erkdarkirin.

Li gorî agahiyên bidest Dengê Amerîka ketine, fermandarê DAIŞê yê kuştî bi navê Felah Hesen, xelkê gundê Ebû Şukrî yê herêma Silêman Beg e.

Dengê Amerîka wêneyên hin çekdarên kuştî yên DAIŞê ji jêderên serbazî bi dest xistine, li gorî wan wêneyên ku termên wan ji ber êrîşa firokeyî perçe...perçe bşne.

Fermandeyekî Pêşmerge li navçeya Xurmatû lîwa Mihemed Germiyanî ev agahî ji Dengê Amerîka re piştrast kir û got: "Ew devera ku ji aliyê firokeyên hevpeymanan ve hatiye armanckirin û çend çekdarên DAIŞê hatine kuştin, devereke stratejîk e ji bo DAIŞê, ji ber ku rêyên sereke yên di navbera Diyala, Selahedîn û Parêzgehên Kerkûkê de kontrol dike.”

Raporta Kerkuk_ Êrîşa Ser Çekdarên DAIŞê.mp3
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:47 0:00
XS
SM
MD
LG