Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Piştî Xwepêşandanên Kujer, Serokê Kenya: Ezê Qanûna Zêdekirina Bacê Îmza Nekim


Serokê Kenya William Ruto
Serokê Kenya William Ruto

Serokê Kenya William Ruto roja Çarşemê dîyar kir ku wê qanûna darayî îmza neke ku tê de zêdekirina bacê heye, piştî xwepêşandanên kujer yên li seranserê welêt.

Ruto di gotareke giştî ya tomarkarkirî de ragihand ku wî ev biryar daye, piştî ku naveroka qanûnê nirxandîye û guhdarîya xwepêşanderan kiriye.

"Ez qebûl dikim û loma jî ezê Qanûna Darayî ya 2024'an îmza nekim û wê paşve were vekişandin," wî got.

Xwepêşandan dijî zêdekirina bacê hefteya borî destpê kirin, wek dîyarkirina hersa ciwanan dijî hikûmetê.

Bangên ciwanan yên ser înternetê demûdest bûn tevgereke neteweyî ya ku banga vekişîna tevahîya qanûna darayî tevî bacê dikir.

Bi hezaran kes derketin kolanên paytext Nairobi û çend bajarên din, li wê dema ku kempeyna ser înternetê jî bi xurtî berdewam dikir.

Lê, roja Sêşemê di xwepêşandanên li Nairobi de navbera çalakvan û polîsan pevçûn derketin. Polîsan jibo belavkirina xwepêşanderan guleyên rastîn, fîşekên plastîk û gaza rondikrêj bikar anîn.

Komeleya Bijîşkî ya Kenya roja Çarşemê ragihand ku di xwepêşandanên li seranserê welêt de herî kêm 23 kes hatine kuştin, 30 jî bi guleyan birîndar bûne.

Şîrovekar paş gavavêtina Ruto wek serkeftineke mezin ya xwepêşandanên bi pêşengîya ciwanên Kenyayê dinirxînin.

Ruto got ku wê bi ciwanên Kenyayî re dest bi dîyalogê bike û jibo tedbîrên darayî yên aqilane wê bi hemû alîyên civakê re bixebite.

Aniha paytext Nairobi aram û bêdeng e, li vê dema ku polîsên bi çekên giran li kolanan nobedarîyê dikin.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG