Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Artêşa Îsraîlî: Welatiyek Îsraîlî li Kenara Rojava Kuştî Hat Dîtin


Arşîv: Leşker û polîsên Îsraîlî li wargeha Gush Etzion li nêzîk Kenara Rojava
Arşîv: Leşker û polîsên Îsraîlî li wargeha Gush Etzion li nêzîk Kenara Rojava

RAMALLAH, KENARA ROJAVA — Artêşa Îsraîlî dibêje, hêzên wan li bajarokek Filistîniyan li Kenara Rojava welatiyek Îsralî kuştî dîtiye û şûna gulleyan li ser laşê wî hebû.

Artêşê da zanîn ku ew kes piştî ku li bajarê Qelqîliya kuştî hat dîtin, niha li herêmê operasyonan encam didin. Kuştina welatiyê Îsrasîlî roja Şemiyê hat ragihandin, rojekê piştî ku hêzên Îsraîlî du çekdar li heman Kenara Rojava kuşt bûn.

Derabrê bûyerê agahiyên zêdetir nehatin ragihandin.

Ji destpêka şerê Îsraîl û Hamasê di Cotmeha borî de, tundûtûjî li Kenara Rojava jî derketiye.

Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê, ku hejmara kuştî û qurabniyên şer dişopîne, ragihand ku ji wê demê heta niha herî kêm 549 Filistîniyên li herêmê bi guleyên Îsraîlê hatine kuştin.

Di heman demê de, li gorî daneyên Neteweyên Yekbûyî, Filistîniyan li Kenara Rojava herî kêm 9 Îsraîlî kuştine, di nav de 5 leşker jî hene.

Îsraîlê ketina welatiyên xwe yên herêmên weke Qelqîliya û herêmên din yên Kenara Rojava ku di bin kontrola Rêveberiya Xweser ya Filistînê de ne, qedexe kirine.

Di meha Nîsanê de, mirina niştecihekî 14 salî yê Îsraîlî bû sedema zincîre êrîşên xwecihên wargehan li ser bajarên Filistînî yên li herêmê. Artêşê diyar kir ku jiber kuştina zarok Filistînîyek hat girtin.

Di sala 2014'an de, revandin û kuştina sê xortên Îsraîlî li Kenara Rojava, alozî zêde kir û di encamê de şerekî 50 rojî yê Îsraîl û Hamasê li gazayê gurr kir, di wê demê de gera herî kujer ya şer di navbera her du aliyan de rûdabû.

Di van salên dawî de, bandora Desthilata Filistînî li bakurê kenara Rojava lawaz bûye ji ber ku komên mîlîtan her ku diçe bihêztir dibin.

Şerê Îsraîl û Hamasê di 7ê Cotmehê de dest pê kir, dema ku çekdarên Hamasê avêtin ser başûrê Îsraîlê û derdora 1200 kes kuştin û nêzîkî 250 kesên din jî dîl girtin. Îsraîl bi bombaran û dagirkirina derdora wê bersiv da, li gorî Wezareta Tenduristiyê ya Gazayê, di êrîşên Îsraîlê de yên piştî 7ê Cotmehê bo ser gazayê heta niha zêdetirî 37,400 Filistînî hatine kuştin.

Jêder:VOA/AP

XS
SM
MD
LG