Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokwezîrê Urdunê Piştî Hilbijartinê Dest Ji Kar Kişand


Serokwezîrê Urdunê yê destjikarkişandî Bişer Xesawne
Serokwezîrê Urdunê yê destjikarkişandî Bişer Xesawne

Ajansa Reutersê ragihand ku serokwezîrê Urdunê Bişer Xesawne roja Yekşemê karvekişîna xwe pêşkêş kiriye, kêmtir ji hefteyekê piştî hilbijartinên parlemanî yên ku opozîsyona Îslamî hin serketin bi dest xist li Qralîyeta ku hevbendê Amerîka ye.

Reutersê ev agahî ji zarê hin karbidestên payebilind yên li wî welatî ragihand ku nexwestine navên wan werin eşkere kirin.

Şahê Urdunê Şah Abdullah, li şûna Xesawne, Cafer Hesen wek serokwezîrê nû yê Urdunê erkdar kir.

Hesen li Amerîka perwerde dîtîye, niha serokê ofîsa Qral Abdullah e û herwiha wezîrê berê yê plansazîyê ye.

Xesawne dîplomatek payebilind û şêwirmendê berê yê qesra Qral Abdullah bû.

Ger Hesen were erkdar kirin, wek serokwezîr ewê rûbirûyê kêşeyên kêmkirina bandora şerê Gazayê ya li ser aborîya Urdunê bibe, ku jiber astengkirinên veberhênanan û daketinek tund ya di turîzmê de di rewşek dijwar de ye.

Serokwezîr Hesen hewil dida ku reformên ku ji hêla Qral Abdullah ve hatine ragihandin pêş bixe, da ku mezinbûna rawestî ya dehsalan ku li dora ji sedî 2 ye biguherîne, ya ku jiber pandemî û pevçûnên li Îraq û Sûrîyê xirabtir bûye.

Opozîsyona Birayên Misilman û hevbendên îdeolojîk yên koma milîtanên Filistînî Hamasê di hilbijartinên roja Sêşemê de destketinên girîng bi dest xistin, jiber hêrsa li ser şerê Îsraîlê li Gazayê.

Parlemana nû ya bi 138 endamî piranîya ku alîgirê hikûmetê ye diparêze, lê opozisyona tundtir ya bi pêşengîya îslamîstan dikare reformên ser bazara azad û siyaseta derve ya ku Sindoqa Diravî ya Navnetewî (IMF) pêşengiya wê dike, asteng bike.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG