Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îran di Salvegera Mirina Jîna Emînî de Dest bi Helmeta Girtina Çalakvanan Dike


Jîna Emînî
Jîna Emînî

Bi nêzîkbûna salvegera duyan ya mirina Jîna Emînî piştî girtina wê ji aliyê polîsê exlaqî ve û ji dest dana canê xwe di dema di bin çavan de bû, hêzên ewlehiyê yên Îranê bi dehan kes li bajarên Kurdistanê desteser kirine û hêzên zêde li wan bajaran bicih kirine.

Piraniya wan kesan li bajarên ku beriya du salan xwenîşandanên mezin li dar ketibûn, weke Mehabad, Sine, Kamran, Bokan, Dîwandere, Dewlan, Şino, Cewanro û Îlam, Kirmaşan û yên din hatin girtin.

Di van du hefteyên borî de li wan bajaran bi dehan kes hatin girtin. Bi dehan kesên din jî hatin tehdîdkirin da ku jibo bîranîna kuştina Jîna Emînî beşdarî ti çalakiyan nebin.

Di binçavkirinên dawî de kesên li Dîwandereyê Mazyar Mordayi û Pedram Hosseini jî hene.

Herwiha derhênerê navdar yê bi navê Reza Alayî li Banê hat desteserkirin.

Rêxistinên mafên mirovan dibêjin hêzên ewlekarî li bajaran hatine bicihkirin. Li gorî wan rêxistinan, hêzên ewlehiyê ji bajarên din yên wekî Urmiye û Hemedanê anîne Sine û Mehabadê.

Di mehên dawî de li bajaran bi hezaran kamerayên çavdêriyê hatin danîn.

Li Seqizê ava bendava Çira hatiye qutkirin û rêyên goristana Eyçî jî hatine girtin da ku xelk nikar bin roja yekşemê sêyemîn salvegera Jîna Emînî çalakiyan encam nedin.

Di vê navberê de, dê û bavên Jina Emini dibêjin ku ew duyemîn salvegera kuştina keça xwe libîr tînin.

Di heman çarçovê de, Rêzxistina Mafên Mirov (Hengaw) îro Çemiyê ragihand ku li êvariya bîranîna duyan ya mirina Jîna Emînî bi 10an kes hatin girtin û binçav kirin.

Li gor amarên Hengaw di heyama kêmî du hefteyan de û bi helkefta salvegera kuştina Jîna Emînî ji aliyê dewletê ve, herî kêm 25 welatiyên Kurd li bajarên Oşnewiye, Mehabad, Pîranşar, Dîwandere û Merîwanê ji aliyê dezgehên ewlehiyê yên Îranê ve hatine girtin.

Partiyên Kurdistana Îranê û rêxistinên civaka sivîl bang li gel kirin ku roja Yekşemê dest bi grevê bikin û dukan û bazaran bigirin.

Raporta Soran Xaterî/VOA Pişka Farisî/Hengaw

XS
SM
MD
LG