Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îsraîl Kampên Penaberan li Navenda Gaza Bombaran Dike, Dagîrkirina Refahê Kûrtir Dike


Filîstînî di dema bombebarana Îsraîlê ser bajarê Refah li Kerta Gaza direvin, 19 Hezîran 2024
Filîstînî di dema bombebarana Îsraîlê ser bajarê Refah li Kerta Gaza direvin, 19 Hezîran 2024

Hêzên Îsraîlî şeva Çarşemê û îro Pencşemê herêmên navendî yên Kerta Gazayê bomberan kirin. Di êrîşan de 3 kes hatin kuştin û bi dehan jî birîndar bûn, li gor karmendên saxlemîyê.

Rûnîştvanan jî got ku tankên Îsraîlî pêşveçûna xwe ya li bajarê Refahê li başûr kûrtir kirine.

Karbidestên saxlemîyê ragihand ku firokên Îsraîlî maleke li kampa El-Nuseyret xistine, tê de du kes hatin kuştin û 12 kesên din jî birîndar bûn.

Hevdem, tankan herêmên kampên El-Mexazî û El-Bûrîc topbaran kirine ku di encamê de hejmareke kes birîndar bûne.

Nuseyret, Mexazî û Bûrîc sê ji heşt kampên dîrokî yên penaberan yên Gazayê ne.
Li Deir al-Balah, bajarokê qelebalix yê derbideran li navenda Gaza, di êrîşeke esmanî ya Îsraîlê de, îro Filîstînîyek hat kuştin û çend kesên din jî birîndar bûn, karmendên saxlemîyê got.

Artêşa Îsraîlê roja Çarşemê ragihand ku wê operasyonên xwe li seranserê Kerta Gazayê didomîne, ku ser îstixbarata rastîn mîlîtanan û binesazîya leşkerî dikin armanc.

Li Refahê, li nêzî sînorê bi Misrê re, tankên Îsraîlî yên li herêmên rojava û navendî yên bajêr bi cih bûne, bombebaran zêde kirine, ku rûniştvanên herêmê neçar dimînin ku ber bi bakur ve birevin.

Heta 7’ê Gulanê li Refahê nîvê 2.3 mîlyon xelkê Gaza hebûn, dema hêzên Îsraîlê dest bi êrîşa bejayî li nav bajêr kir. Tê texmîn kirin ku niha tenê kêmtir ji 100 hezar kes li Refahê mane.

Baskên çekdar yê Hamas û Cîhada Îslamî gotin ku mîlîtanên wan bi roketên û bombeyên hawanê dijî hêzên Îsraîlî şer kirin.

Êrîşên Îsraîlî li destpê kir, piştî koma çekdar Hamasê di 7'ê Cotmehê de êrîşê başûrê Îsraîlê kir û li gor daneyên Îsraîlî nêzî 1200 kes kuştin û zêdetirî 250 dîl girtin.

Di êrîşên Îsraîlê li Kerta Gaza de, zêdetirî 37 hezar Filîstînî hatine kuştin û pirtir ji 85 hezaran jî birîndar bûne, li gor ragihandina wezareta saxlemîya Gaza ku di kontrola Hamasê de ye.

Herwiha li seranserê herema Filîstînî jiber şer wêranîyeke berfireh pêk hatiye û hema hema tevahîya xelkê bêmal û bêwar maye.

Ser rawestîna şerê li Gaza ti nîşan xûya nake, jiber ku hewlên navbeynkarên navneteweyî yên bi piştgirîya Amerîka nekarîn Îsraîl û Hamasê ser peymaneke agirbestê qane bikin.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG