Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Têkiliyên Berevaniya Leşkerî yên Îsraîl û Mexrîb'ê Pêş Dikevin


Têkiliyên berevaniyê yên di navbera Îsraîl û Fasê (Mexrîb)ê pêş dikevin, piştî normalkirina peywendiyên di bin çavdêriya Amerîkî de li gor Peymana Birahîm pêkhat.. Ji wê demê Rabat bi Îsraîlê re têkiliyên çêkirine û peymanên berevanî û çekan zêde bûne.

Malpera Zona Miltar ku taybetmende bi nûçeyên berevanî û çekan, ragihand ku kompaniya îsraîlî "Blue Board" dê di demek nêzîk de li Fasê cihekî taybet jibo çêkirina firokeyên bê firokevan yên Îsraîlê veke.

Malperê ji zarê Ronen Nader, CEO yê Blue Board, ragihand ku kompaniyê berê saziyek hilberîna herêmî ava kiriye ku dê di demek nêzîk de dest bi xebatê bike.

50% pişka Blue Board ji hêla Îsraîl Aerospace Industries (IAI) hatiye dest xistin ku yek ji şerîkatên pêşeng yên berevaniyê ye li welêt.

Hikûmeta Rabatê di çarçoveya "Peymana Birahîm" de ku di dawiya sala 2020an de bi navbeynkariya Amerîka hatibû îmzekirin, ji wê demê ve têkiliyên di navbera her du welatan de çêtir bûne, li gorî raporta malperê, ku destnîşan kir ku beriya Peymana Birahîm jî, Îsraîl û Mexrîb "têkiliyên parastinê yên taybet" hebûn, lê di veşartî bûn.

Mexrîb pêdivî bi şerîketên çekan yên pêşkeftî heye, û têkiliyên nû yên bi Îsraîl re derî li hin bijardeyên qezencbeş bo wî welatî vekirîye.

Di Sibata 2023-an de, Îsraîl û Mexrîb peymanek 500 mîlyon dolarî îmze kir li gor wê peymanê Mexrîb sîstema mûşekên Barak MX bidest xist ya ku ji aliyê şerîketa Aerospace Industries (IAI) ya Îsraîlê tên çêkirin.

Mexrîb jî, di sala 2021-an de sîstema antî-drone ya Skylock Dome ya Îsraîlî bi dest xist.

Sîstema Barak-MX sîstemeke berevaniya hewayî ye ku ji bo rûbirûbûna gefên mûşek û balafiran hatiye çêkirin. Ew hem li ser platformên deryayî û hem jî li ser erdê dixebite.

Jêder: ZONA MILITAR/Alhurra

XS
SM
MD
LG