Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îsraîl Piştî Fermana Valakirinê, Êrîşî Bajarê Refahê Dike


Dîmenek ji rojhilata Refahê, ku piştî êrîşeke Îsraîlê dûman bilind dibe û Filîstînî jiber fermana valakirinê ya artêşa Îsraîlê heremê, diterikînin, 6Gulan,2024.
Dîmenek ji rojhilata Refahê, ku piştî êrîşeke Îsraîlê dûman bilind dibe û Filîstînî jiber fermana valakirinê ya artêşa Îsraîlê heremê, diterikînin, 6Gulan,2024.

Ajansa nûçeyan ya Reuters îro Duşemê ji zarê Filîstînîyên li heremê ragihand ku hêzên Îsraîlê êrîşên esmanî dibin ser bajarê Refahê ya li başûrê Gazayê.

Artêşa Îsraîlê demeke zûtir ya îro xwestibû ki rojhilata Refahê, berî ku êrîşeke bejayî ya çaverêkirî destpê bike, were vala kirin.

Televîzyona El-Aqsa ya girêdayê Hamasê jî ragihand ku herêmên li rojhilata Refahê hatiye êrîş kirin , nêzî taxên ku artêşa Îsraîlê fermana valakirinê daye. Lê, artêşa Îsraîlê ser van raportan hîn ti daxuyanî belav nekiriye.

Artêşa Îsraîlê fermana valakirina rojhilata Refahê bi peyamên nivîskî, têlefonan û belavokên Erebî ji Filîstînîyan re ragihand.

Îsraîl di fermanê de ji Filîstînîyan dixwaze ku ew demûdest rojhilata Refahê derkevin û ber bi Muwasî ya nêzî beravê ve biçin.

Herema Muwasî ku ji hêla Îsraîlê wek "herêma mirovahî ya berfireh," hatiye bi nav kirin 20 km dûrî Refahê ye.

Artêşa Îsraîlê got ku wê li Muwasî alîkarî berfireh kiriye, ku di nav de nexweşxaneyên demkî, kon, xwarin û av jî hene.

Artêşê herwiha got ku fermana wê ya jibo derxistina niştecihên rojhilata Refahê demkî û sînordar e, lê ti sedem eşkere nekir û ne got ku wê êrîşêke bike yan na.

Berdevikê artêşa Îsraîlê ji rojnamevanan re ragihand ku fermana valakirinê tê wateya derxistina derdora 100 hezar Filîstînî yên li heremê.

Hat dîtin ku hin malbatên Filîstînî di bin baranê de dest bi koçkirinê kirin; hinekan zarok û tiştên xwe li erebeyên bi keran bar dikirin, hinekên din jî bi hilgirtina tiştan yan jî bi peyatî di nav kolanên herî de ji heremê derdiketin, li gor Reutersê.

"Baranek giran dibare û em nizanin bi ku ve biçin. Ez xembar bûm ku wê ev roj were. Divê ez niha bibînim ku ka ez dikarim malbata xwe bibim ku derê," Ebû Raed ji Reutersê re got.

Saziyên alîkarîyê hişyarî didan ku fermaneke wiha ya valakirinê wê bibe sedema karesatek mirovahî ya hîn xirabtir li herema Gaza, ku zêdetirî niha 2.3 mîlyon Filîstînî yên ku jiber heft mehên şer di rewşeke pir metirsîdar ya mirovahîyê de ne.

"Valakirna bi zorê ya zêdetirî milyonek Filistîniyên awarebûyî ji Refahê, bêyî cîhek ewledar ne tenê dijqanûnî ye, lê wê bibe sedema encamên pirtir kerasetbayî," saziya xêrxwazîyê ya Brîtanî ActionAid got.

Tirsên ser operasyoneke tam ya esmanî û bejayî li Refahêzêde dibin, ku demeke dirêjê Îsraîl wek gefeke dijî bargehên koma çekdar Hamasê dîyar dike, dema danûstandinên agirbestê li Qahîreyê rawestîne.

Karbidestê payebilind yê Hamasê Samî Ebû Zuhrî got ku fermana valakirinê "zêdekirina xeter ya alozî" ye ku ewê encamên wê hebin.

Îzzetel-Reşiq, karbidestekî baskê siyasî û danûstandinerê Hamasê jî got ku her operasyoneke leşkerî ya Îsraîlê li Refahê wê danûstandinên agirbestê bixe xeterîyê.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG