Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îsraîl Kuştina Leşkerekî Xwe li Kenara Rojava Radigihîne û Êrîşên Ser Gaza Didomîne


Dîmenek ji kampa derbiderên Filîstînî li Refahê, piştî bomberana hêzên Îsraîlî
Dîmenek ji kampa derbiderên Filîstînî li Refahê, piştî bomberana hêzên Îsraîlî

Artêşa Îsraîlê îro Pêncşemê ragihand ku di operasyonekê de li herêma Jenîn li Kenara Rojava leşkerek hatiye kuştin û yek jî bi giranî birîndar bûye.

Medya Filîstînî jî got ku hêzên Îsraîlî êrîşî dermanxaneyek li derdora kampa derbideran ya Jenînê kirine û kesên di hundirê wê de girtine.

Runiştvanekî got ku buldozerên Îsraîlî binesazîya hundirê kampê û li bajarê Jenînê wêran kirine.

Komeleya girtîyên Filîstînî ragihand ku hêzên Îsraîlê 28 kes desteser kirine ku 9 ji wan ji Jenînê ne.

Artêşa Îsraîlê desteserkirin piştrast nekir û ser operasyonê hûrgilîyên zêdetir neda.

Ji alîyekî din ve, artêşa Îsraîlê îro êrîşî taxa Şujahîyê li bajarê Gazayê kir û ferman da ku Filîstînîyên li wir ber bi başûr ve biçin, li wê dema ku bajarê Refah yê li başûr jî bombebaran kir.

Runiştvanên Şujahîyê got ku tankan ji serê nîvro ve dest bi gulebarana taxê kirine û bi şev jî bi dronan êrîşên bênavbir berdewam kirine.

Baskê çekdar yê koma Cîhada Îslamî got ku wê bombeyeke binerdkirî dijî tankeke Îsraîlê li rojhilatê Şujîahîyê teqandine.

Berdevkê artêşê Avichay Adraee li ser platforma X’ê heman ferman dubare kir.


"Hemû niştecîh û derbiderên li taxa Şujahîyê û taxên nû... Jibo ewlehîya xwe, divê hûn demûdest herêmê bihêlin û ber bi başûrê Kolana Selahedîn ya herêma mirovahî ve biçin."

Rûniştvan û medya Hamasê ragihandin ku tank berî daxuyanîya Adraee hatin taxê, mirov di bin êrîşên berdewam de direvin, li dema ku Îsraîlê rêya ber bi başûr ve girtîye.

Artêşa Îsraîlî ser van ragihandinan ti daxuyanî nedaye.

Hewlên Agirbestekê

Jibo agirbestekê li Gazayê, hewlên navbeynkarîya navneteweyî yên bi piştgirîya Amerîka heta niha biser neketine, her çend hîn jî berdewam dikin.

Hamas dibêje ku peymanek agirbestê divê dawî li şer bîne û Îsraîl bi tevahî ji Gazayê vekişe.

Îsraîl jî dibêje ku ewê tenê rawestinên demkî qebûl bike û heta ku serwerîya Hamasê li Gazayê tune bike wê şer bidomîne.

Wezîrê Berevanîyê yê Îsraîlê Yoav Gallant jî serdana Washingtonê kir. Gallant ligel Wezîrê Derve yê Amerîka Antony Blinken û yê Berevanîyê Lloyd Austin, û Jake Sullivan, şêwirmendê ewlekarîya netewî yê Serok Joe Biden hevdîtin kir.

Piştî hevdîtinan, Gallant roja Çarşemê ragihand ku wî li Washingtonê bi karbidestên payebilind yên Amerîkî re planên "roja piştî" şer ya Gazayê gotûbêj kiriye.

Karbidestê Îsraîlî got ku di plana Îsraîlê de, wê Filîstînîyên herêmê, hevkarên herêmî û Amerîka hebin û wê "pêvajoyeke dirêj û aloz" be.

Li gor raportên medyayê, Washingtonê di destpêka Gulanê de şandina çek û cebilxaneyên giran ji Îsraîlê re rawestandibû, jiber fikarên ku ew çek dikarin bibin sedema mirina bêtir Filîstînîyên sivîl li Gazayê.

Amerîka peydakerê sereke yê çekan bo Îsraîlê ye. Lê di hefteyên dawî de, Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu gotibû ku ev çend meh in di şandina çek û cebilxaneyan hêdîbûnek heye.

Karbidestên Qesra Sipî gotibûn ku ew ser gazinca Netanyahu matmayî mane, jiber ku ne rast e.

Gallant dîyar kir ku "pêşketineke girîng" pêk hatiye, ser kêmkirina xemên Îsraîlê derbarê wergirtina çekên Amerîkî.

"Asteng hatin çareser kirin jibo pêşvebirina gelek kêşeyan, bi taybet ser mijara avakirina hêz û peydakirina cebilxaneyan."

Êrîşên bejayî û esmanî yên Îsraîlê li Gazayê destpê kirin, piştî ku mîlîtanên bi pêşengîya Hamasê di 7’ê Cotmehê de êrîşî başûrê Îsraîlê kirin.

Li gor daneyên Îsraîlî, dora 1200 kes hatin kuştin û 250 kes wek dîl hatine revandin û 132 jî winda ne.

Wezareta Saxlemîya Gazayê dibêje ku di şerê Îsraîlê yê li Gaza de heta niha herî kêm 37,765 Filîstînî hatine kuştin û zêdetirî 88 hezaran jî birîndar bûne, ku piranîya wan sivîl in.

Îsraîlê jî heta niha 314 leşkerên xwe li Gazayê winda kiriye û dibêje ku herî kêm sêyeke kuştîyên Filîstînî çekdar bûn.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG