Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Gaza 24 Fîlistînî Hatin Kuştin, di Nav de 10 Xizmên Rêberê Hamasê Hanîyeh


Mala xuşka Îsmaîl Hanîyeh li kampa Şatî (Berav) penaberan li bakurê Gazayê, ku Îsraîlê di êrîşeke esmanî de kiriye armanc û 10 kes hatine kuştin (25 Hezîren,2024)
Mala xuşka Îsmaîl Hanîyeh li kampa Şatî (Berav) penaberan li bakurê Gazayê, ku Îsraîlê di êrîşeke esmanî de kiriye armanc û 10 kes hatine kuştin (25 Hezîren,2024)

Karbidestên saxlemîyê yên Gaza îro Sêşemê ragihandin ku hêzên Îsraîlî di sê êrîşên esmanî yên cuda de herî kêm 24 Fîlistînî kuştine. Di nav kuştîyan de xuşka Îsmaîl Hanîyeh, rêberê koma çekdar Hamasê jî heye.

Li gor ragihandina karmendên bijîşkî, du ji êrîşên esmanî yên Îsraîlê du dibistanên li bajarê Gazayê kirine armanc û herî kêm 12 Fîlistînî hatine kuştin.

Êrîşa sêyan jî malek li kampa Şat'î (Berav) ya derbideran li bakurê Gazayê kiriye armanc û 10 Fîlistînî hatine kuştin. Ji bilî xuşka Hanîyeh, hemû kuştîyên din xizmên wê ne.

Sê kurên Hanîyeh jî di êrîşên Îsraîlê yên berê de hatibûn kuştin.

Artêşa Îsraîlê ser van êrîşên esmanî daxuyanîyek belav kir û got ku hêza esmanî ya Îsraîlê li du avahîyan xistîye ku "terorîstên Hamasê li Şatî û Daraj Tuffah li bakurê Kerta Gazayê, bi kar dianîn."

"Terorîst di hundirê dibistanan de bûn, ku ji alîyê Hamasê ve jibo çalakîyên xwe yên terorîstî wek mertal dihatin bikaranîn," artêşê got.

Hamas red dike ku saziyên sivîl yên wek dibistan û nexweşxaneyan jibo armancên leşkerî bikar tîne. Komê êrîşên li ser herdu dibistan û malên li kampa Şatî mîna "komkujî" binav kir.

Herwiha, rûniştvanan got ku tankên Îsraîlî bi şev pêşveçûna li herêmên rojavayê başûrê Refahê domandine û mal topbaran kirine.

Li Xan Yûnisê, karmendên bijîşkî got ku di topbarana tankên Îsraîlî de heft Filîstînî hatine kuştin û çend jî li kampeke derbideran li rojavayê bajêr birîndar bûne.

Dîmenek ji wêrankarîya li Xan Yûnis.
Dîmenek ji wêrankarîya li Xan Yûnis.

Ji alîyekî din ve, baskên çekdar yên Hamasê û komên Cîhada Îslamî di daxuyanîyeke hevbeş de ragihandin ku çekdarên wan şeva borî bombeyên hawanê avêtin ser hêzên Îsraîlê li taxa Yibna li rojhilatê Refahê.

Ajansa Alîkarî û Xebatê ya Neteweyên Yekbûyî jibo Penaberên Filîstînî (UNRWA) îro Sêşemê dîyar kir ku li Gazayê kaos serwer e, ku li herêmê çeteyên qaçaxçîyê peyda bûne û gihandina alîkarîyan pirtir zehmet dikin.

Wezareta Saxlemîya Gaza îro nexweşxane û navendên pizîşkî yên li herêma dorpêçkirî rûbirûyê kêmasîyeke mezin ya derman û pêdivîyên bizîjşkî ne. Ev yek derketîye holê jiber berdewamîya êrîşên Îsraîlê, kontrol û girtina hemû derbazgehên ji hêla hêzên Îsraîlî ve.

Êrîşên bejayî û esmanî yên Îsraîlê li Gazayê destpê kirin, piştî ku mîlîtanên bi pêşengîya Hamasê di 7’ê Cotmehê de êrîşî başûrê Îsraîlê kirin.
Li gor daneyên Îsraîlî, dora 1200 kes hatin kuştin û 250 kes wek dîl hatine revandin û 132 jî winda ne.

Wezareta Saxlemîya Gaza dibêje ku di şerê Îsraîlê yê li Gaza de heta niha herî kêm 37,658 Filîstînî hatine kuştin û zêdetirî 88 hezaran jî birîndar bûne.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG