Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îsraîlê Rêvebirê Nexweşxaneya Serekî ya Gaza Berda


Rêbirê Nexweşxaneya Şîfa li Gazayê Mihemed Ebu Selmîya îro Duşemê hate berdan. Ew ji Mijdarê de girtî bû.
Rêbirê Nexweşxaneya Şîfa li Gazayê Mihemed Ebu Selmîya îro Duşemê hate berdan. Ew ji Mijdarê de girtî bû.

Îsraîlê îro Duşemê wek beşek ji berdana bi dehan Filîstînîyên jibo dermankirinê vedigerin Gaza, rêvebirê nexweşxaneya serekî ya Gazayê jî azad kir.

Mihemed Ebû Selmîya ji Mijdarê vir ve desteserkirî bû.

Ebû Selmîya Nexweşxaneya Şîfa ya li Gaza birêve dibir ku Îsraîlê meha Mijdarê dîyar kiribû çekdarên Hamasê wê wek navenda fermandarîyê bikar tanîn û operasyon biribû ser.

Nexweşxaneya Şîfa ew îdia red kir û Îsraîl tawanbar kir ku ew rewşa nexweşan û Filîstînîyên bê cîh û war mane û xwe li nexweşxaneyê girtine rîskan çêdike.

Wezîrê Ewlekarîya Neteweyî yê Îsraîlê Itamar Ben Gvir, ku wek rastgirekî tundrê tê nas kirin, ser platforma X’ê berdana Ebû Selmîya rexne kir û dîyar kir ku berdana wî pûçkirina ewlekarîyê ye.

Artêşa Îsraîlê ragihand ku hêzên wê jiber êrîşên ji Xan Yunisê êrîş pêk anîne.

Artêşê dîyar kir ku hin guleyên ji Xan Yunisê hatine avêtin hatine rawestin lê hin ji wan li başûrê welêt ketine.

Îsraîlê bi êrîşên esmanî operasyon bir ser çekdarên Hizbulahê li hin gundên başûrê Lubnanê.

Bi berfirehbûna êrîşên Îsraîlê yên dijî Hizbulahê, gumana mezinbûna şerê li herêmê çêbûye û Amerîka û hin welatên din banga kêmkirina girjîyê dikin.

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu do Yekşemê got ku ‘’ti tişt şûna serketinê nagire’’ û dîyar kir ku heta çekdarên Hamasê yên li Gaza têk diçin û 120 rehîneyên di destê Hamasê de sax yan mirî dikevin destê wan ewê operasyonên xwe bidomînin.

Netanyahu got ku heta ku ew digihijin hemî hedefên xwe ku yek ji wan jî ew e ku Hamas êdî dijî wan nebe gef ewê operasyonan bidomînin ku şer 9 meh in dewam dike.

Ser berdana dîlan jî, Netanyahu îdia kir ku astenga li pêş serbestbûna wan bi awayekî eşkere Hamas e.

Di danûstandinên ser agirbestê de Îsraîl dixwaze ku pevçûn jibo 6 hefteyan rawestin û rehîne û girtî werin guhertin û li alîyê din Hamas jî dixwaze ku pevçûn bi awayekî mayînde rawestin û leşkerên Îsraîlê paşve vekişin.

Karbidestê payabilind yê Hamasê Usame Hamdan pêr Şemîyê li Beyrutê bi preskonferansekê dîyar kir ku di danûstandinan de ti pêşketin çênebûye û dîyar kir ku Amerîka zextê li Hamasê dike ku pêşnîyara Îsraîlê bi guhertin qebûl bike.

Hamdan dîyar kir ku ew dîsa jî hazir in ku jibo hemî pêşnîyarên rê li ber agirbesteke mayînde, vekişîna berfireh ya ji Gaza vedikin, danûstandinan bikin.

Karbidestekî payabilind yê rêvebirîya Washingtonê roja Şemîyê dîyar kir ku Amerîka jibo danûstandinên Hamas û Îsraîlê jinûve destpê bikin bi perspektîfeke din bi navbeynkarên Misir û Qatarî re peyivîye.

Şerê li Gaza piştî ku çekdarên bi rêberîya Hamasê 7’ê Cotmehê li başûrê Îsraîlê li gor karbidestên wî welatî 1200 kes kuştin û pirtir ji 250 dîl girtin gur bû.

Wezareta Saxlemî ya Gaza dide zanîn ku di êrîşên Îsraîlê de heta niha bi qasî 38,000 kes hatine kuştin û jiber êrîşan herêm bûye xirabe.

Hin Agahîyên vê nûçeyên ji AP, AFP, Reuters hatine.

XS
SM
MD
LG