Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Zêdetirî 14 Filistînî Ji Ber Tundûtûjiya Li Kenara Rojava Têne Kuştin


Wesayîtên leşkerî yên Îsraîlî di dema operasyonê de li Nûr Şems a nêzîkî Tulkarm ê Kenara Rojavayî, di 20ê Nîsana 2024 de.
Wesayîtên leşkerî yên Îsraîlî di dema operasyonê de li Nûr Şems a nêzîkî Tulkarm ê Kenara Rojavayî, di 20ê Nîsana 2024 de.

Hêzên Îsraîlî roja Şemiyê di dema serdegirtinê de li Kenara Rojava ya dagirkirî 14 Filistînî kuştin, di heman demê de ajokarê ambulansê hat kuştin dema ku diçû birîndarên êrîşeke cuda ya niştecihên tundûtûj ên Cihûyan rake, rayedarên Filistînî got.

Hêzên Îsraîlî di serê Înê de dest bi êrîşeke berfireh li herêma Nûr Şems, li nêzî bajarê Tulkarm ê Filistînî kirin û heta roja Şemîyê bi çekdarên re gule barandin.

Wesayîtên leşkerî yên Îsraîlî zêde bûn, teqandina çekan hat bihîstin, û herî kêm sê dron hatin dîtin ku li ser Nûr Şems, devera ku penaber û neviyên wan ên ji şerê 1948an dihewîne.

Tûgayên Tulkarm, ku hêzên ji gelek komên Filistînî kom dike, got şervanên wan roja Şemiyê bi hêzên Îsraîlî re gule barandin.

Kenara Rojava, bi qasî 100 km (60 mîl) dirêj û 50 km fireh e ku ji dema ku di sala 1967an de di şerê Rojhilata Navîn de ji hêla Îsraîl ve hatiye desteserkirin, bû navenda nakokiya Îsraîl û Filistînîyan.

Ji destpêka şerê Gazayê ve bi hezaran Filistînî di operasyonên asayî yên artêş û polîsên Îsraîlê de li wir hatine girtin û bi sedan kes hatine kuştin, piraniya wan endamên komên çekdar, lê herwiha xortên ku keviran diavêjin û sivîlên ku destê wan di şer de nîne jî hene.

Roja şemiyê, karbidestên saxlemî yên Felestînî got ku herî kêm14 Filistînî, ku 2 ji wan ji alîyê çavkanî û karbidestên Filistînî ve wek çekdar û xortekî 16 salî hatine nas kirin, di dema serdegirtinê de hatin kuştin, ku yek ji hejmara qurbanîyên herî giran e li Kenara Rojava ji sala 2016an ve.

Artêşa Îsraîlî got ku di êrîşê de jimarek çekdar hatin kuştin yan jî hatin girtin û herî kêm 4 leşker jî di pevçûnan de birîndar bûn.

Çavkanî: Reuters

XS
SM
MD
LG