Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Artêşa Îsraîlê Fermana Valakirina Herêmeke Kerta Gaza Dide


Israel Palestinians
Israel Palestinians

Artêşa Îsraîlê îro Duşemê ferman da ku parçeyek li Kerta Gaza ya ku wek herêma mirovahî hatiye nîşan kirin were vala kirin.

Artêşê dîyar kir ku ew plan dike ku dijî çekdarên Hamasê yên li herêmê bi cîh bûne û roketan davêjin Îsraîlê dest bi operasyonê bike.

Herêma berbehs li başûrê Kerta Gaza ye û li rojhilata herêma mirovahî ya Muwasi ye.

Hejmareke mezin ya Filîstînîyan jiber operasyonên Îsraîlê yên mîna cezayan, jibo cîhên ewle çend caran neçar man ku ji warên xwe bar bikin.

Îsraîlê wexteke zûtir mehê da zanîn ku li xeta Deryaya Sipî, li herêma mirovahî ya li qada bi qasî 14 kîlometreyan, herî kêm 1.8 mîlyon Filîstînî hene.

Neteweyên Yekbûyî (NY) û komên din yên alîkarîya mirovahî dîyar dikin ku li wê herêma mirovahî xizmetên saxlemîyê tunene û dibêjin ku li wê herêmê pirtir kampên çadirî hene û alîkarî jî sînordarkirî ye.

Filîstînîyên li herêmê di orta sergoyan de û li ber wan çeman ku kanalîzasyon gemarî dikin, dijîn.

Fermana nû ya Îsraîlê li vê demê rast tê ku ku karbidestên Amerîkî dibêjin ku ew jibo herêmê nêzî agirbestê bûne, Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu hazirîyê diçe ku here Amerîka û jibo agirbesta herêmê danûstandinên taybet têne kirin.

Ofîsa Netanyahu ragihand ku ewê tîmeke hevdîtinan jibo domandina danûstandinan roja Pêncşemê were şandin.

Amerîka, Misir û Qatar hewil dide ku Îsraîl û Hamas peymaneke agirbestê ragihînin ku pê pevçûn rawestin û rehîne werin berdan.

Wezareta Saxlemî ya Gaza dide zanîn ku jiber şerê li herêmê pirtir ji 38,900 hatine kuştin, lê eşkere nake ji wan çend sîvîl in û çend çekdar in.

Şerê li herêmê piştî ku çekdaêrn Hamasê 7’ê Cotmehê êrîş birin ser başûrê Îsraîlê û li gor Îsraîlîyan piranîya sîvîl 1200 kes hatine kuştin û bi qasî 250 kes rehîne hatine girtin, gur bû.

Îsraîl dîyar dike ku bi qasî 120 rehîne di destê Hamasê de mane û tê fikirîn ku ji sê paran pareke wan mirî ne.

Artêşa Îsraîê îro Duşemê ragihand ku li zikê Gaza û li başûrê wê operasyon didomin.

Jêderên herêmî dîyar dikin ku di êrîşên esmanî yên roja Yekşemê de bi kêmî ve 15 kes hatine kuştin ku di nav wan de jin û zarok jî hene.

Jiber nebûna xizmetên tibê û beavbûna nexweşîyên li herêmê Rêxistina Saxlemîya Cîhanî (WHO) hişyarîyê dide.

Artêşa Îsraîlê dîyar kir ku ewê leşkerên xwe vaksîn bike û got ku jibo Filîstînî jî werin aşî kirin ewê bi sazîyan re bixebitin.

Netanyahu soz daye ku ew kanînên leşkerî û rêvebirinê yên Hamasê pûç bike û dîlan li malên wan vegerîne.

Malbatên dîlan û bi hezarên Îsraîlîyên din jibo agirbesteke ser vegerandina rehîneyan were îmza kirin bi hefteyan çalakî li dar xistin.

Jêder: AP

XS
SM
MD
LG