Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Niştecih Dibêjin, Hêzên Îsraîlî Li Başûrê Gazayê Pêşve Diçin Û Bêtir Kes Koçber Dibin


Hêzên Îsraîlî roja Yekşemê tank şandin kûrtir deverên li başûrê kerta Gazayê, di demekê de ku şer bi mîlîtanên ser bi Hamasê ve diqewime, û karbidestên saxlemîya Gazayê got ku êrîşên leşkerî yên Israîlî di 24 demjimêrên borî de 66 Filistînî li seranserê gazayê kuştin.

Niştecihan got ku şerên dijwar li deverên rojhilatê Xan Yûnisê ku artêş lê operasyonê dike, tê bihîstin. Êrîşên nû bûn sedem ku bi hezaran malbatên din malên xwe bicî bihêlin û berê xwe bidin deverên qerebalix li El-Mawasî li rojava, û li bakur berbi Dêr El-Belah.

Di çend rojên borî de, artêşa Îsraîlî got ku êrîşa li rojhilatê Xan Yûnis wek bersivekê bû li ser êrîşên nû, di nav de jî avêtina rokêtan ji wan deveran û ji bo rêgirtin li kombûna Hamasê. Wê got ku hêzan bi dehan çekdar li deverê kuştin û binesaziya leşkerî wêran kiriye.

Di vê navberê de, li Refah, li nêzîkî sînorê bi Misirê re, hêzên Îsraîlî ber bi deverên bakurî yên bajêr ve kûrtir pêşde çûn, ku hîna wan bi temamî kontrol nekiriye.

Her wiha tankan hin dever li navenda Gazayê topbaran kirin, di nav de jî kampa Burêj, kampa Nuseyrat û gundê Cuhr El-Dîk.

Dihat çaverêkirin ku roja Yekşemê, Rêvebirê CIA William Burns li Romayê bi hevtayên xwe yên Îsraîlî û Misrî û serokwezîrê Qeterê re bicive ji bo danûstandinan li ser agirbesta Gazayê û azadkirina rehîneyan ji aliyê Hamasê ve.

Îsraîl Hîzbullahê bi êrîşa rokêtan sûcdar dike û soza bersivdayînê dide

Hamas ji bo bidawîkirina şerê li Gazayê peymanek agirbestê dixwaze, di heman demê de serokwezîrê Îsraîlî Benjamin Netanyahu soz dide ku dê pevçûn tenê gava ku Hemas têk biçe, raweste.

Ragihandina giştî ya Îsraîlî Kan got ku bersiva Îsraîlê ji bo pêşniyara herî dawî roja Şemiyê berî civîna çaverêkirî radestî Washingtonê hat kirin - hewla herî dawî ji bo gihiştina lihevkirinê piştî çend mehan ku tê de Îsraîl û Hamas hevdu bi xitimandinê tawanbar kir.

Îsraîl roja Yekşemê got ku ew ê bi tundî bersiva hevalbenda Hamasê Hizbullah bide, piştî ku Hizbullah a ku Îran piştgirîya wê dike bi kuştina 12 zarok û xortan di êrîşa bi rokêtan de li ser qada futbolê li Girên Golanê yên di bin dagirkerîya Îsraîlê de, tawanbar kir.

Zêdetirî 39,000 Filistînî di êrîşa Îsraîlê ya li ser Gazayê de hatine kuştin, li gorî rayedarên tenduristiyê yên herêmî, ku ferqê naxin navbera şervan û neşervanan.

Îsraîl, ku 328 leşkerên xwe di şerên Gazayê de winda kirine, texmîn dike ku çekdar nêzîkî sêyeka Filistîniyên hatine kuştin, ji dema ku wê êrîşa xwe ya leşkerî wekî bersivdana êrîşa Hemasê li başûrê Îsraîl di Cotmehê de destpê kir.

Li gorî daneyên Îsraîlê di êrîşa 7'ê Cotmehê de nêzî 1200 kes mirin û 250 kes jî dîl hatin girtin.

Çavkanî: Reuters

XS
SM
MD
LG