Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hanîyeh Dibêje Bersiva Wan a Pêşniyara Agirbesta Gaza li gor Prensîbên Plana Amerîkayê ye


Rêberê koma çekdar Hamasê Îsmaîl Hanîyeh
Rêberê koma çekdar Hamasê Îsmaîl Hanîyeh

Rêberê koma çekdar Hamasê Îsmaîl Hanîyeh îro Yekşemê dîyar kir ku bersîva Hamasê ya ser pêşnîyara dawî ya agirbesta Gaza, bi prensîbên di plana paymanê re hevseng e, ku serokê Amerîka Joe Biden dîyar kiribû.

"Hamas û komên (Fîlîstînî) jibo peymaneke berfireh amade ne, ku tê de agirbest, vekişîna ji herêmê, jinûveavakirina cîhên ku hatine rûxandin û peymaneke berfereh," wî got.

Hanîyeh ev daxuyanî di gotareke vîdyoyî de da, ku bi boneya Cejna Qurbanê hat belavkirin.

Di 31’ ê Gulanê de, Biden ev pêşnîyara agirbestê eşkere kir û wek ya Îsraîlê pênase kir; ku tê de danûstandinên agirbesteke domdar li Gaza û pevguhertina dîlên Îsraîlî yên di destê Hamasê û girtîyên Filistînî yên li Îsraîlê hene.

Misir û Qatar - ku ligel Amerîka di navbera Hamas û Îsraîlê de navbeynkariyê dikin - di 11’ê Hezîranê de gotin ku wan bersîva komên Filîstînî ser plana Amerîkî wergirtine. Lê, zêdetir hûrgilî eşkere nekirin.

Dema Îsraîl dibêje ku Hamas hêmanên sereke yên plana Amerîka red kiriye, rêberek Hamasê ji Reutersê re got ku guhertinên ku komê xwestine "ne girîng in".

Şerê li Gaza piştî ku çekdarên Hamasê 7’ê Cotmehê êrîş birin ser başûrê Îsraîlê û li gor karbidestên wî welatî bi qasî 1200 kes kuştin pirtir ji 250 kes jî dîl girtin, gur bû.

Wezareta Saxlemî ya Gaza dîyar dike ku di êrîşên Îsraîlê de pirtir ji 37,000 kes hatine kuştin.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG