Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tankên Îsraîlî Ber Bi Herêmên Bakur Û Başûrê Gazayê Ve Diçin Û Şer Dijwar Dibe


Leşkerên Îsraîlî li ser tankên xwe yên li nêzî sînorê Îsraîl-Gazayê di pevçûna Îsraîl-Hamas de, li Îsraîlê, dixebitin. Arşîf, 27ê Hezîrana 2024an
Leşkerên Îsraîlî li ser tankên xwe yên li nêzî sînorê Îsraîl-Gazayê di pevçûna Îsraîl-Hamas de, li Îsraîlê, dixebitin. Arşîf, 27ê Hezîrana 2024an

Hêzên Îsraîlî roja Yekşemê bêtir pêşde çûn li taxa Şucaîye li bakurê Gazayê û her wiha li rojava û navenda Refahê li başûr jî kûrtir çûne, herî kêm şeş Filistînî kuştin û gelek mal wêran kirin, niştecihan got.

Tankên Îsraîlî, ku çar rojan berê vegeriyan Şucaîye, top avêtin çend malan, malbatên ku di hundur de asê mane û nikarin derkevin, şêniyan got.

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu roja Yekşemê di destpêka civîna heftane ya kabînê de axift û helwesta xwe dubare kir ku ji bo bidestxistina serkeftinê di şerê li dijî Hamasê de tu bijarên din nînin.

"Hêzên me li Refah, Şucaîye û li her derê gerta Gazayê tevdigerin. Her roj bi dehan terorîst tên jinavbirin. Ev şerekî dijwar e ku li ser erdê, car caran rûbirû û di bin erdê de tê meşandin," Netanyahu got.

"Em pêgir in ku şer bikin heta em hemî armancên xwe pêk bînin: Jinavbirina Hemasê, vegerandina hemî dîlên xwe, piştrastkirina ku Gaza careke din nebe gef li ser Îsraîl û vegerandina niştecihên me bi ewlehî bo malên wan li başûr û bakur," wî got.

Roja Şemiyê artêşa Îsraîlê kuştina du leşkerên Îsraîlê li bakurê Gazayê ragihand.

Baskê çekdar ê Hamasê û Cîhada Îslamî ya hevalbenda wê ragihand ku şer û pevçûnên dijwar li Şucaîye û Refahê rû didin, û dibêjin ku şervanên wan rokêtên dijî tank û bombeyên hawanê avêtine ser hêzên Îsraîlî yên ku li wir operasyonan dikin.

Şerê herî dawî dest pê kir dema ku mîlîtanên bi pêşengiya Hamasê di 7ê Cotmehê de êrîşî başûrê Îsraîlê kirin, li gorî daneyên Îsraîlî, dora 1200 kes kuştin û zêdetirî 250 dîl girtin.

Êrîşa tolhildanê ya Îsraîl heta niha nêzîkî 38,000 kes kuştine, li gorî wezareta tenduristiyê ya Gazayê.

Çavkanî: Reuters

XS
SM
MD
LG