Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rûsya Jimarek Girtîyên DAIŞ’ê Li Navendeka Binçavkirinê Dikuje


Rûsyayê îro Yekşemê ragihandin ku wan serîrakirinek li gîrtîgeheke herêma Rostovê ya başûr dawî anîn, ku bi gelemperî kesên girêdayê koma tundrê Devleta Îslamî (DAIŞ) tê de girtî ne.

Dezgeha Girtîgehan ya Federal ya Rûsya bi daxuyanîyeke got ku hêzên taybet yên Rûsî du nobedarên girtîgeha Rostov rizgar kirine û jimarek zilamên girêdayê DAIŞ’ê kuştine ku nobedar dîl girtibûn.

Dezgeha pêştir ragihandibû ku her du nobedar ji alîyê jimarek ne dîyar yên girtîyên DAIŞ’ê ve dîl hatine girtin û jibo azadkirina wan danûstandin têne kirin.

Lê piştî demeke kin, dezgehê bi daxuyanîyeke nû dawîbûna bûyera li gîrtîgehê ragihand.

"Di operasyoneke taybet de... sûcdar hatin bêbandor kirin û karmendên dîl hatin azad kirin." Dezgeha Girtîgehan zêdetir hirgûlî neda.

Berîya ku operasyona hêzên Rûsî, kanala 112 Telegramê vîdyoyek ji girtîgeha Rastov weşand, ku tê de yek ji girtîyên DAIŞ’ê di destê wî de kêr hebû, di gel nobederek dîl, nîşan dida. Kesê ku nobedar dîl girtibû, serê xwe bi ala DAIŞ’ê ya bi nivîseke Erebî girêdabû .

Li gor medya Rûsî girtîyên DAIŞ’ê ku nobedar dîl girtine, wê di demeke nêz de bi tawana terorê derketina pêş dadgehê, ku berpirsiyarîya êrîşa kujer li salona konserê ya Moskowê di Adarê de girtibûn ser xwe.

Ajansa Interfax got ku wan di berdêla berdana dilan de, xwestine ku otomobîlek ji wan re were peyda kirin û destûr were dayîn ku ew ji girtîgehê derkevin.

Ev bûyer nêzîkê sê mehan tê, piştî ku çekdaran di 22 Adarê êrîşê salona konserê Crocus ya li nêzî Moskowê kirin, ku 144 kes hatin kuştin û bi sedan kes jî birîndar bûn. Koma cîhadîst DAIŞ’ê berpirsiyarîya êrîşê girt ser xwe.

Jêder: Reuters, AFP

XS
SM
MD
LG