Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

HSD Dibêje Amerîka Rêberekî DAIŞ’ê li Efrînê Kuşt


Dîmeneke hêzên Amerîkî li Sûrîyê (arşîv).
Dîmeneke hêzên Amerîkî li Sûrîyê (arşîv).

Fermandarîya Navendî ya Amerîkî (CENTCOM) roja Çarşemê ragihandibû ku wan di 16'ê Hezîranê de rêberekî DAIŞ’ê yê bi navê "Osama El-Cenabî" di êrîşeke ezmanî de li Sûrîyê kuştiye.

Tevî ku CENTCOM navê herêmê dîyar nekiribe jî, Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) Koalîsyon pîroz kir û da zanîn ku ew operasyon li Efrînê pêk hatiye.

"Herêmên ku Tirkîyê dagir kirine bûne cîhekî ewle jibo rêberên payebilind yên DAIŞ’ê, ku kuştina Osama El-Cenabî li wargehekê li Efrînê nîşaneya piştgirîya Tirkîyê jibo DAIŞê ye,” Rêvebirê Ofîsa Ragihandina HSD’ê Ferhad Şamî di nivîsekê de li ser malpera "X" got.

Rojnamevan Roj Mûsa bal dikşîne ku meclîsên xwecîhî yên Tirkîyê li Efrînê erkdar kirine nasnameyeke bi navekî sexte dabûn El-Cenabî ku pê tevbigere û rastîya xwe veşêre.

"Çawa kesekî Îraqî, bi nasnameyeke Sûrî li herêmeke Kurdî, ku piranîya gelê wê hatiye koçber kirin, xwe bi cîh dike? Ev yek têkilîya xurt ya navbera DAIŞ’ê û komên çekdar ku Tirkîyê piştgirîya wan dike, herwiha MÎT’a Tirka li herêmê nîşan dide," Mûsa got.

Her di vê çarçovayê de, Şamî bal kişand ser îdîayên "Hikûmeta Demkî" ya opozisyona Sûrî, ku gotibû kesekî sivîl di êrîşeke HSD’ê de li ser wargeha "Kuweyt El-Rehmê" li Efrînê, hatiye kuştin, lê hat eşkere kirine ew bûyer heman êrîşa CENTCOMê li ser wî rêberê DAIŞê, bûye.

CENTCOMê jî herwiha dîyar kiribû ku ti nîşaneyên ku sivîl di êrîşê de bibûn qurbanî tunene û ewê ligel hevalbend û hevkarên xwe operasyonên li dijî DAIŞê bidomînin.

Roj Mûsa bîbîr dixe ku berê jî çend lîderên DAIŞê yên wekî du xelîfeyên wê rêxstinê "Ebû Bekir El-Begdadî" û "Ebdulla Qeredaş", “walîyê Şamê Mahêr El-Egal jî li bakurê rojavayê Sûrîyê hatibûn kuştin,.

Roja Mûsa
Roja Mûsa

"DAIŞ li herêmên Efrîn û Îdlibê heye, rêberên wê di bin navên hin komên çekdar yan sivîlan de tevdigerin, bi taybetî bi hevkarîya bi komên weke El-Emşat û El-Hemzat. Herwiha têkilîyeke DAIŞê ya baş ligel Huras El-Dîn û Partîya Îslamî ya Tirkistanî ku li herêmê bi cîh bûne, heye".

Hêjayî gotinê ye ku li gor "Tora Efrîn Post", rêberê DAIŞ’ê "Osama El-Cenabî" ku CENTCOM’ê kuştiye, bi nasnameyeke sexte bi navê "Mihemed El-Ehmed" û ji bajarê Humsê ye, li wargeha "Kuweyt El-Rehmê" dima, dema ku firokeke bêmirov bi çend mûşekan ew armanc kiribû.

Raporta Newroz Reşo
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:14 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG