Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îraq Dibêje Wê Sê Endamên PKK Girtiye


Berdevkê wezareta navxweyî Muqdad Mîrî li pêş sê mêrên çavgirtî li dema preskonferansekê li Bexdayê, 1'ê Tîrmehê, 2024.
Berdevkê wezareta navxweyî Muqdad Mîrî li pêş sê mêrên çavgirtî li dema preskonferansekê li Bexdayê, 1'ê Tîrmehê, 2024.

Îraqê îro Duşemê ragihand ku sê kesên girêdayê Partîya Karkerên Kurdistanê (PKK) hatine girtin, bi gumana plankirina êrîşan li seranserê welêt, di nav de jî ser borîya serekî ya derfirotina petrolê li Herêma Kurdistanê jî.

Karbidestên wezareta navxweyî 3 bergumanên rûyên wan bi maskan veşartîbûn nîşanî rojnamevanan dan û gotin ku ew şaneyeke girêdayê PKK'ê ne.

Berdevkê wezareta navxweyî Muqdad Mîrî li Bexdayê di preskonferansekê de ev operasyona hêzên Îraqê ragihand.

"Lêpirsînekê nîşan da ku van endamên PKK'ê plana êrîşeke ser borîya petrolê ya Ceyhanê dikir, ya ku Kerkûk, Hewlêr û Duhokê bi Tirkîyê ve girê dide," wî got.

Mîrî anî ziman ku her sê kesên hatine girtin, mikur hatine ku wan di çend mehên borî de li bazarên Herêma Kurdistanê û bajarê Kerkûkê agir pêxistine.

Wî got ku jiber şewatên vê dawiyê zîyanên nêzîk 300 mîlyon dolarî çêbûne û PKK’ê fermana wan şewatan daye, wek beşek ji hewlên bo êrîşkirina ser berjewendîyên bazirganî yên "dewleteke cîran", ku berpirsên ewlekarî yên Îraqî dibêjin ew Tirkîyê ye.

PKK'ê ji alîyê Tirkîye, Amerîka û Yekîtîya Ewrupayê ve wekî komeke terorîst tê dîtin.

Hêzên Tirkîyê bi berdewamî li nav axa Herêma Kurdistanê êrîşan pêk tînin. Ew dibêjin çekdarên PKK’ê li wê herêmê dikin armanc.

Îraqê di demên dawî de zexta li ser PKK’ê zêde kiriye, piştî serdana di Nîsanê de Serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan jibo Bexdayê.

Mîrî got ku bergumanên girtî herwiha plan kiribûn ku êrîşî herêmên qelebalix yên bazarên li paytext Bexdayê bikin, ger "zexta hikûmeta federal yan hêzên hikûmetê dijî wan hebe."

Komîteya Peywendîyên Derve ya Koma Civakên Kurdistanê (KCK) ya ku girêdayê PKK’ ê ye, bi daxuyanêyeke nivîskî ragihandina Îraqê red kir û got ku “Ti têkilîya van îdîayên bi rastîyê re tune ye. Ev derew û manîpulasyon e.”

“Me îdîaya li ser navê wezareta navxweyî ya îraqê ku dibêje şewatên li bajarên Kerkûk, Hewlêr û Duhokê ji alîyê komeke PKK’yê ve hatine kirin, ji medyayê bihîst. Em wan hewildanan qebûl nakin ewên ku dixwazin berpirsîya wan êrîşan, ku ti têkilîya wan bi rastîyê re tune ye û ji alîyê civakê ve tê zanîn ku bi destê MÎT-Parastinê ve hatine kirin, bixin stûyê tevgera me."

Jêder: Reuters, ANF

XS
SM
MD
LG