Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Daxuyanî: Alîgirên Îranê Li Îraqê Îdîaya Êrîşa Dijî Îsraîlê Dikin 


Hevpeymanîya Îraqê ku ji komên çekdar yên alîgirê Îranê pêk tê, roja Yekşemê êrîşeke dronî ya dijî Îsraîlê girt ser xwe.

"Şervanên Berxwedana Îslamî ya Îraqê sibeha Yekşemê bi dronan ciheke stratejîk li herêmên dagirkirî kirin armanc," hevpeymanîya Îraqê di daxuyanîyekê de ragihand ku behsa Îsraîlê kir.

Hevpeymanîyê dîyar kir ku êrîş "jibo piştgirîlya gelê me yê li Gazayê hatiye kirin."

Artêşa Îsraîlê ragihand ku "gelek armancên esmanî yên gumanbar hatin pûçkirin" ku şeva borî ji Îraqê dihatin.

Li gor artêşa Îsraîlê di êrîşê de ti ziyanên canî çênebûne.

Ev êrîş pêk hat, di demekê de ku alozîyên heremî ev nêzî salekê di şerê Îsraîl û Hamasê de li Kerta Gaza zêde bûne, ku li seranserî Rojhilata Navîn komên çekdar yên ku Îran piştgirîya wan dike, beşdar bûne.

Tevgera Hîzbullah ya Lubnanê ya ku Tehran piştgirîya wê dike, roja Yekşemê ragihand ku wê rokêt avêtine ser navendên pîşesaziya leşkerî ya Îsraîlê."

Hizbullahê got ku wê êrîş wek bersîveke destpêkê" pêk anîye, jibo êrîşên amûrên peywendîyê ku ji hêla komê ve dihatin karanîn û di destpêka vê hefteyê de li seranserî Lubnanê teqîyan.

Hizbullaha Lubnanê jiber van teqînan Îsraîlê tawanbar dike.

Berxwedana Îslamî ya Îraqê, hevbendîya komên ku Îran piştgirîya wan dike, di mehên dawî de çend êrîşên dronên ku Îsraîlê kirine armanc, girt ser xwe, ku li gor artêşa Îsraîlê hemû hatine pûçkirin.

Di zivistana par de, Berxwedana Îslamî ya Îraqê jî zêdetirî 175 êrîşên bi rokêt û dronan dijî hêzên Amerîkî li Îraq û Sûrîyê girtibûn ser xwe.

Hêzên Amerîkî jî li her du welatan gelek êrîşên tolhildanê dijî van komên çekdar pêk anîn.

Di çend mehên borî de êrîşên hêzên Amerîkî li wan welatan bi awayekî berbiçav kêm bûne.

Jêder: AFP

XS
SM
MD
LG