Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Ligel Givaştinên Navnetewî û Pêşwaziya Iraqî, Dibe Rêberên Hamasê Biçin Bexda


Piştî ku hikûmeta Qeterê ji ber derxistina rêberên Hamasê kete jêr fişaran, Îraq yek ji bijardeyan e ku Hamas li wir bicih bibe.

Tevî ku heta niha ti berpirsekî Îraqî bi awayekî fermî egera pêşwazîkirina rêberên Koma Filîstînî piştrast nekiriye, çavdêr di wê bawerîyê de ne ku Îraq welatê guncan e jibo bicihkirina rêberên Hamasê.

Roja Duşemê rojnameya "The National" ya Îmaratî ragihand ku Îsmaîl Henîye, rêberê Hamasê, meha borî bi nûnerên hikûmetên Îraq û Îranê re civiya û got ku hikûmeta Îraqê razî bûye ku rêberên Hamasê bo Bexdayê werin veguhestin. Îranê jî berpirsîya xwe bo parastina wan nîşan daye, li gor raportê.

Du endamên Kurd yên parlamentoya Îraqê, ku ji ber hestîyarîya mijarê ne xwestin navê xwe eşkere bikin, ev nûçe piştrast kir.

Yek ji wan got: "Gotûbêj li ser anîna berpirsên Hamasê bo Îraqê hatine kirin û nêrîna Lêvegerên Şîa jî hatîye sitandin û razî bûne, lê hatina wan bi encamên danûstandinan ve girêdayî ye."

Wî got "Mijara anîna berpirsên Hamasê bo Îraqê di parlamentoyê de nehatiye gotûbêjkirin û ev mijar bi Kurd û Suneyan re jî nehatîye behs kirin, ji ber ku xuya ye ev daxwaza Îranê ye."

Lêkolerê siyaseta navnetewî Serdar Ezîz ji Dengê Amerîka re got ku "Qeter di bin zextan de ye. Ev dike ku rêberên Hamasê li cihekî din bigerin."

Çavdêrên siyasî wiha dibînin ku pêşî hebûna Hamasê ji aliyê Amerîka û civaka navnetewî ve li Qeterê dihat qebûlkirin, jibo ku alîkar be di pêşketina danûstandinan ligel Îsraîlê de.

Ezîz got, "Tevî ku kes vê yekê qebûl nake, lê dibe ku Bexda yek ji bijardeyên rêberên Hamasê be ku biçin ber destê wan, jiber ku hebûna wan li Bexdayê dê têkilîyên wan bi Îranê re hêsantir bike."

Efserê xanenişîn û pisporê ewlekariya netewî, Lîwa Hemdî Gilî dibêje,"Zexta li ser rêberên Hamasê ji encama êrîşa meha Cotmehê ya li ser Îsraîlê hat, bi taybet ji ber ku Hamas wek hêzeke nêzîkî Îranê tê naskirin û Qeter êdî naxwaze wê hembêz bike."

Gilî herwiha got got ku "desthilata Îraqê di destê Îranê de ye û anîna Hamasê bo Bexdayê dibe ku plana Îranê be, lê ev yek dê encamên xirab bo Îraqê derxîne."

Piştî êrîşa Hamasê ya 7'ê Cotmehê bo ser Îsraîlê û kuştina nêzî 1200 kesan ku piranî sivîl bûn û revandina nêzî 250 kesan ji aliyê milîtanên Hamasê ve. Ji egera wê êrîşa Hamasê ya ji nişka ve, Îsraîlê dest bi operayonên li Gazayê kir û heta niha dom dikin.

Egera çûna berpirsên Hamasê bo Iraqê di demekê de ye ku mîlîşyayên Şîa li wî welatî serdest in û bi zelalî piştevanîya Hamas û Îranê dikin. Grûpên çekdar yên Şîa li Îraqê gelek caran êrîş li dijî armancên Amerîka û Îsraîlê encam dane.

Hatina Hamas'ê ya îraqê
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:32 0:00
XS
SM
MD
LG