Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îran Daxuyanîya G7 Ya li Dor Bernameya Wê ya Navokî Şermezar Dike


Dimenek ku karmendên Îranî, li kargeha Fordow ya navokî santrîfujên zêde yên dewlemendkirina uranyumê bi cîh dikin.
Dimenek ku karmendên Îranî, li kargeha Fordow ya navokî santrîfujên zêde yên dewlemendkirina uranyumê bi cîh dikin.

Berdevikê Wezareta Derve ya Îranê Nasir Kenanî îro Yekşemê bang li welatên koma 7 kir ku ew xwe ji "siyasetên wêranker yên paşerojê" dûr bixin, piştî daxuyanîya G7’an ya ku zêdekirina bernama navokî ya Tehranê şermazar kir.

Roja Înê G7 hişyarî da Îranê, dijî pêşvebirina bernameya xwe ya devlemdkirina navokî û got ku ewê tedbîrên nû ragihinîn ger Tehran mûşekên balîstîk bişîne Rûsyayê.

"Her hewildanek jibo avakirina têkildarîyek di şerê li Ukrayna bi hevkarîyên dualî yên Îran û Rûsyayê, gavek e ku tenê bi armancên siyasî yên alîgiranetê avêtin," wî got.

Kenanî herwiha anî ziman ku hin welat "jibo berdewamkirina toleyan" yên dijî Îranê serî li îdiayên wiha derew didin.

Hefteya borî, Civata Rêvebir ya Ajansa Enerjîya Atomî ya Navnetewî (IAEA) bi 35 welatan civya, ku çalakîyên navokî yên Îranê hat nirxandin.

Civata sazîya Neteweyên Yêkbûyî (NY) biryarek pejirand, ku tê de bang li Îranê dike ku hevkarîya bi IAEA re zêde û xurt bike û herwiha divê pêşnîyarên vê dawîyê ya çavdêran bi cîh bike.

Wek bersîv, Îranê demûdest li kargeha xwe ya Fordowê santrîfujên zêde yên dewlemendkirina uranyumê bi cîh kir û dest bi danîna yên din kir, li gor rapora IAEA.

G7 jî dîyar dike ku Îran divê bi dîyalogeke cidî hevkarîya bi IAEA re nîşan bide, ku bernameya wê ya navokî aştîyane ye.

Îran dibêje ku ku armanca bernameya wê ya navokî aştîyane ye.

Wezîr Kenanî destnîşan kir ku Tehran wê "danûstandina xwe ya avaker û hevkariya teknîkî" bi IAEA re bidomîne.

Lê, wî biryara G7 wek " bi armancên siyasî alîgir," bi nav kir.

IAEA dibêje ku aniha Îran urayumê bi safîya ji sedî 60 ji dewlemend dike, ku jibo hilberîna çekên navokî ji sedî 90 hewce dike.

Sazîya NY herwha balê dikşîne ku ger Îran asta dewlemendkirina urayumê zêdetir bike, wê jibo hilberîna sê çekên navokî têr bike.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG