Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokomarê Îranê Roja Çarşemê Serdana Îraqê Dike


Serokomarê Nû yê Îranê Mesûd Pizîşkiyan
Serokomarê Nû yê Îranê Mesûd Pizîşkiyan

Medya Îranê ragihand ku Serokomar Mesûd Pizîşkyan dê roja Çarşemê serdana Iraqa cîran bike. Ev yekem geşta wî ya derve ye ji dema ku wî di Tîrmehê de dest bi kar kir.

Pizîşkyan dê bi serokatiya şandeke pilebilind a Îranê serdana Bexdayê bike û bi rayedarên payebilind yên Iraqê re bicive.

Ajansa nûçeyan a fermî ya Îranê IRNA ji zarê Balyozê Îranê yê li Bexdayê Muhammed Kazim El-Sadiq ragihand ku ev serdan li ser vexwendina serokwezîrê Iraqê Mihemed Şîa El-Sudanî pêktê.

El Sadiq bêyî behsa hûrgilyan bike got "Her du welat dê li ser hevkarî û ewlehiyê peymanên lihevahtinê îmze bikin."

Wî got ku diviyabû ew rêkeftin di dema seredana plankirî ya serokomarê berê yê Îranê, Ebrahîm Raîsî de bo Iraqê bihatana îmzekirin.

Lê Raîsî di meha Gulanê de ligel wezîrê derve yê wê demê, Husên Amir-Abdollahyan, dema ku helîkoptera wan li çiyayekî bi mij li bakurê Îranê ket xwarê, mirin.

Pizîşkian ji dema destbikarbûna xwe ve, soza "pêşîn" dayî bihêzkirina peywendiyan bi cîranên komara Îslamî re ye.

Têkiliyên navbera Îran û Iraqê, her du welatên ku piraniya wan Şîa mezheb in, di van 20 salên borî de nêzîktir bûne.

Tehran yek ji hevparên bazirganî yên sereke yên Iraqê ye, û xwedî bandoreke siyasî ya berbiçav li ser Bexdayê heye ku hevalbendên wê yên Iraqî serdest in di parlamento û hikûmeta niha de.

Di Adara 2023'an de herdu welatan peymanek ewlehiyê îmze kirin ku sînorên wan yên hevbeş vedigire, çend meh piştî ku Tehranê êrişî komên opozîsyonê yên Kurd li bakurê Iraqê kirbû.

Ji wê demê ve wan lihevkir ku komên serhildayên Kurd yên Îranê bêçek bikin û wan ji deverên sînorî derxînin.

Tehran wan koman bi hinartina çekan ji Iraqê û bi handana xwenîşandanên sala 2022'an tawanbar dike ku piştî kuştina jina Kurd a Îranî Mahsa (Jîna Emînî) dest pê kiribûn.

Di meha Çile de, Îranê êrîşeke wêrankar li ser herêma otonomî ya bakurê Iraqê pêk anîbû û gotibû, wê cîheke ku ji alîyê "sîxurên Rêjîma zayonîst (Mosad)" ve tê bikaranîn, kiriye armanc.

Roja Şemiyê, grûpeke Kurdên Îranê yên sirgûnkirî got ku çalakvanekî wan, Behzad Xosrewî, li bajarê Silêmaniyê li bakurê Iraqê hatiye girtin û radestî "îstixbarata Îranê" hatiye kirin.

Hêzên Asayîşa Xwecihî li Silêmaniyê got ku Xosrewî "ji ber ku mafê niştecihbûna wî ya fermî tune" li herêma kurdî hat girtin, lê wî red kir ku pêwendiya wî bi "çalakiyên siyasî" re hebe.

Jêder: AFP

XS
SM
MD
LG