Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hilbijartina Serokomariya Îranê Dikeve Tûra Duyan


Berbijarên Serokomariya Îranê
Berbijarên Serokomariya Îranê

Piştî ku ti namzedên ji bo Serokamariya Îranê nekarî dengên têra şûngirtina Îbrahîm Raîsî bi dest bixin, pêşbirka serokomariyê ya Mesûd Pîzşkiyan û Seîd Celîlî ketiye tûra duyem a dengdanê. Ev yek ji aliyê Wezareta Navxwe ya Komara Îslamî ya Îranê hat ragihandin.

Li gorî amarên fermî yên hikûmetê, rêjeya beşdariya di 14emîn hilbijartinên serokomariyê de ji sedî 40% bû û ji 61 milyon û 452 hezar û 321 dengderên navxwe û derveyî welat tenê 24 milyon û 535 hezar û 185 kes beşdar bûn.

Li gor amarên ku ji aliyê hikûmetê bi xwe ve hatine belavkirin, eger rêjeya beşdariya giştî %40 bû, ev kêmtirîn rêjeya beşdariyê di dîroka Komara Îslamî de ye.

Nêzî 77% dengderên ku li Tehranê xwedî mafê dengdanê ne, deng nedane namzedên hikûmetê yên serokomariyê.

Di heman demê de, çavdêr û çavkaniyên serbixwe di wê baweriyê de ne ku Komara Îslamî ya Îranê amarên hilbijartinan manîpule kiriye ku rêjeya beşdariya dengderan zêdetir ji rêjeya rastîn ragihandî ye.

Li gorî mediya dewletê, Wezareta Navxwe îdia dike ku Mesûd Pîzşkiyan û Seîd Celîlî ji bo ku li şûna Îbrahîm Raîsî cih bigirin, derbasî tûra duyemîn ya hilbijartinên roja Înê bûne.

Li gor amarên dawî yên Wezareta Navxweyî, piştî hejmartina 24 milyon û 735 hezar û 185 dengan, Mesûd Pzşkyan 10 milyon û 415 hezar û 191 deng û Seîd Celîlî jî 9 milyon û 473 hezar û 298 deng bi dest xistine û li gorî amarên hikûmetê 60% ji dengderan dengê xwe nedyae û beşdarîya dengdanê red kirine.

Li gor çavkaniyên dewltê tûra duyan ya hilbijartinan dê roja Înê bihê kirin.

Jêder:AFP/Reuters

XS
SM
MD
LG