Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dilşad Osman:Vîrûsa Korona Rêjeya Karê ji Malê Pir Zêde Kir


Piştî belvabûna vîrûsa korona li gelek welatên cîhanê, êdî metirsî li ser jiyana mirovan pir zêde bû ji ber wê piraniya karên hikûmet, perwerdeyî û hinî din bûn ji malê û bi rêka Internêtê û kontrola ji dûr ve tên birêvebirin.

Gelo ev guherîna ku li şêwazê karan bûye û êdî piraniya karan ji malê tên kirin, wê çi banorê li paşroja mirovan bike û gelo internet wê şûna karê ofîsan bigre?

Di hevpeyvîna xwe de bi Dengê Amerîka re Dilşad Osman, pisporê Internêt û teknelociya parastina ewelhiya Internêtê got :" Vîrûsa Korona karê ji malê li gelek welatan kiriye 100%, û şûna karê ofîsê girtiye."

Herwiha jî wî anî zaman ku ev guherîna mezin di şêwazê xwendin û karên ofîsan de kir, û dibe ku ev di paşrojê de bibe şêwazê serekî di gelek karxaneyan de û karên hikûmet û xwendinê de.

Dilşad ji aliyê xwe ve bo alîkariya xwendkarên li herêmên kurdî li Sûriyê bike, wî platformek li ser tora internêtê saz kirye bi navê Zanko.org ku rê û derfetê dide xwendkaran û mamosteyan ku desr û perwerdeya xwe berdewam bikin.

Hevpeyvîna Dilşad Osman-4-23-2020-LA
please wait

No media source currently available

0:00 0:09:27 0:00


XS
SM
MD
LG