Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bloomberg: Erebistana Saûdî Hewil Dide Xwe ji Şerekî Nû bi Husiyan re Dûr Bixe


Dîmenên Êrîşa Îsraîlê ya ser derbenda Hudeyde - Yemen 20ê Tîrmehê, 2024.
Dîmenên Êrîşa Îsraîlê ya ser derbenda Hudeyde - Yemen 20ê Tîrmehê, 2024.

Ajansa "Bloomberg" ya Amerîkî got ku Erebistana Saûdî " zêde nîgeran e li ser rewşa Yemenê", ku çekdarên Husî yên ku Îran piştgirîya wan dike, dijminatîya xwe bi Israîlê re zêde kirine, û gefa êrîşên ser memleketa Saûdî ya dewlemend bi petrolê zêde dikin bi behaneya ku Erebistana Saûdî "Li dijî wan şerekî aborî didin meşandin."

Ajansê ji zarê çend kesên ku ser stratejiya hikûmeta Erebistana Saûdî agahdar in, ku ji ber hesasiyeta mijarê nexwestin navê xwe eşkere bikin, got"Riyad ditirse ku bikeve nav pevçûnek nû ya rasterast bi Hûsiyan re."

Erebistana Saûdî pêştir destwerdan kiribû, di serokatiya hevpeymaniya leşkerî de, ji bo şerê li dijî Husiyan û piştgiriya hikûmeta rewa, ji bo 7 salan, ji sala 2015an heta 2014an, piştî ku grûpa bi piştevaniya Îranê navçeyên berfereh li bakurê welêt kontrol kirin di nav de paytext Sanaa.

Bloomberg dibêje jiber şer û pevçûnan li Yemenê nêzîkî 370,000 kes ji egera şer û birçîbûnê mirine.

Peymana agirbestê ya bi navbeynkariya Neteweyên Yekbûyî, ku di Nîsana 2022an de ket meriyetê, bû sedema kêmbûnek berbiçav ya şer. Agirbest di Cotmeha sala borî de qediya, lê şer bi giranî rawestiya ye.

Tevî vê yekê, Husiyan ji Mijdara borî ve dest bi êrîşan li ser gemiyên bazirganî yên li Deryaya Sor dikin û gotin ku ew keştiyên alîgirên Israîlê dikin armanc, lê gelek keştiyên ku têkilîya wan bi Îsraîlê re tuneye jî kirine armanc.

Navçeya Rojhilata Navîn dibe şahidê zêdebûneke leşkerî ya nû piştî ku Husyan bi dronekê Tel Avîv armanc girtbû, rojek piştî êrîşa ser Tel Avîv, Îsraîlê êrîşên esmanî li ser armancên nêzîkî

Di vê navberê de, rêberê Husiyan, Abdul-Melik El-Hûsî, îdia kir ku Erebistana Saûdî "bi Îsraîl û Amerîka re li hev dike ji bo sînordarkirina êrîşên grûpê yên li ser keştiyên li Deryaya Sor," û gefa gihandina "zrarên nedîtî" bigihîne Saûdiyê û "Vizyona 2030 têk bibe" li gorî Bloomberg.

Hefteya borî, Wezareta Berevaniyê ya Erebistana Saûdî red kir ku têkiliya wê bi êrîşa ser Hudeyde re, hebe.

XS
SM
MD
LG