Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Macaristan Tevî Fikarên Ewrupîyan Dest bi Seroktîya Demkî ya YE'ê Dike


Serokwezîrê Macaristanê Viktor Orban.
Serokwezîrê Macaristanê Viktor Orban.

Macaristan, ku rexnegir hikûmeta wê otorîter û wek dosta Rûsya dibînin, îro Duşemê tevî hemî fikaran jî soza ‘’navbeynkarîyeke durist’’ dide û seroktîya demkî ya Yekîtîya Ewrupa (YE) distîne.

Serokwezîrê Macaristan Viktor Orban, ku neteweperwer e û ji 2010’an vir ve hewil dide welatê xwe bajo ser ‘’demokrasîyeke ne lîberal’’, ser hiqûq û mafên mirovan, gelek caran bi Brukselê re rûbirû dimîne.

Orban tekane rêberê li YE’ê ku piştî dagikerîya Rûsya ya li Ukrayna bi Moskowê re danûstandinan didomîne.

Wî red kir ji Ukrayna re çekan bişîne û toleyên dijî Moskowê hejmareke caran rexne kiriye.

Parlamana Ewrupa bi biryareke neket merîyetê dîyar kir ku Macaristan di demokrasîyê de paşve çûye û ragihand ku ew jibo seroktîya wê ya demkî ya jibo yekîtîyê jî ketiye fikaran.

Budapeşt bi rijdî dîyar dike ku ew jibo seroktîyê amde ye û dikare erk û berpirsîyên xwe bi cîh bîne.

Wezîrê Karên YE’ê yê Macaristanê Janos Boka meha borî dema bernameya seroktîya demkî ragihand dîyar kir ku ew amade ne bi hemî welatên endam re kar bikin û got ku ewê wek navbeynkarên durist bixebitin.

Boka got ku ew bawer dikin Macaristan dikare sîyaseteke baş ya Ewrupî bimeşîne û da zanîn ku xebatên wan wê nêrîna wan ya Ewrupî nîşan bidin.

Slogana bernameya Macaristanê ‘’Ewrupa Jinûve Mezin Bike’’ ye ku ‘’dostê baş’’ yê Orban, Serokê berê yê Amerîka Donald Trump, tîne bîra Ewrupîyan.

Orban piştî Macaristanê sala 2011’an seroktîya demkî ya YE’ê kiribû pesna xwe dabû ku wan ‘’sîle û pehîn li êşkencekarên bi heyecan’’ yên li Parlamana Ewrupa xistine.

Ew neteweperwerê 61 salî niha li ser rêkeke hîn tundrê ye û wî dema hilbijartinên Ewrupa yên serê Hezîranê soz dabû ku ewê Brukselê dagir bikin.

Her çiqas partîyên rastgirîya tundrê di wan hilbijartinan de hin serketin bi dest xistin jî partîya Orban, Fidesz jiber ku li Parlamana Ewrupa li gor xwe komek nedît, îzole bû.

Orban do Yekşemê ragihand ku ew dixwaze bi Partîya Azadî (FPOe), ku li Austria partîyeke rastgirîyeke tundrê ye, partîya ANO ya li Komara Çek li navendê ye, koma xwe çêke, lê bi kêmî ve divê partîyên çar dewletên din tevlî wan bibin.

Hefteya borî, Orban hewil da ku ew rê li ber vegera Ursula von der Leyan ya li ser Komîsyona Ewrupa bigire, lê ew bi ser neket.

Ursula von der Leyen serdana nezaketê ya jibo seroktîya Budapeşte paş xist, lê demeke nû jî ranegihand.

Orban jibo piştgirîya ser bernameya Macaristanê hefteya borî çû serdana payxtextên girîng yên Ewrupa.

Macaristan di dewra seroktîya xwe de dixwaze koçberîya ne qanûnî rawestîne û welatên li rojavayê Balkanan hinekî din nêzîkî YE’ê bike ku ew bibin endam.

Jêder: AFP

XS
SM
MD
LG