Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

HRW: Îraq bi Awayekî Ne Qanûnî Sûrîyan Dersînor Dike


Logoya HRW.
Logoya HRW.

Rêxistina Çavdêrîya Mafên Mirov (HRW) îro Pêncşemê ragihand ku desthilatdarên Îraqê û yên Herêma Kurdistanê welatîyên Sûrî girtine û dersînor kirine bo Şamê û hinek deverên bakur û rojhilata Sûrîyê yên jêr kontrola hêzên Kurdan.

HRW dîyar kir ku desthilatên Îraqê hinek Sûrî dersînor kirine tevî ku belgeyên wan yên fermî jibo mana li Îraqê hebûn yan jî ew li cem Neteweyên Yekbûyî wekî penaber tomarkirî bûn.

Îraq mêvandarîya dora 280 hezar welatîyên Sûrî dike ku piranîya wan li Herêma Kurdistanê dimînin. Tevî ku li hinek deverên Sûrîyê ji 2018an ve şerê çalak çênebûye, Sûrîye hîn jî ne welatekî ewle ye jibo vegera penaberan, li gor HRW.

Rêxistina mafên mirov got ku dersînorkirina penaxwazan ji alîyê hikûmeta Îraqê ve wekî binpêkirina Peymana Neteweyên Yekbûyî ya Dijî Êşkencê (CAT) ye. Wê herwiha da zanîn ku vegerandina bi darê zorê ya xelkê bo welatên ku dibe rastî êşkence û zordarîyê bin li dijî prensîpên qanûna navnetewî ye.

“Divê Îraq demûdest kempeyna xwe ya girtin û dersînorkirina Sûrîyên ku jibo ewlehîyê revîyane Îraqê rawestîne,” Sarah Sanbar, lêkolera Îraqê li HRW, got.

“Bi vegerandina bi zorê ya penaxwazan bo Sûrîyê, Îraq bi mebest wan dixîne jêr metirsîyê.”

Di Tebaxa 2023’an de, Civata Dadwerî ya Bilind li Îraqê dersînorkirina penaberên Sûrî ji Îraqê qedexe kir. Lê belê, di 18’ê Adara 2024’an de, desthilatên Îraqê dest bi kempeynekê kir, tê de biyanîyên ku qanûnên rûniştinê binpê dikin dike armanc. Di encamê de hejmareke mezin ji Sûrîyan hate girtin û dersînorkirin piştî ku hate girtin ser mal û cihên karên wan.

Di 3’ê Nîsana 2024’an de jî, Hikûmeta Herêma Kurdistanê derxistina vîzayan bo Sûrîyan rawestand. Li gor ku hate ragihandin, ev gav li ser daxwaza hikûmeta federal li Bexdayê bû wekî beşek ji hewlên qanûnkirina karê biyanî.

HRW got ku Sûrîyên tên girtin û dersînor kirin him tên şandin bo deverên jêr kontrola rejîma Sûrî û him jî tên şandin bo deverên jêr kontrola Kurdan li bakur û rojhilata Sûrîyê.

Rêxistinê da zanîn ku wê çend caran derbarê vê doseyê hewl da peywendîyê ligel Wezareta Karûbarên Navxweyî ya Îraqê bike lê ti bersiv wernegirt.

Jêder: HRW

XS
SM
MD
LG