Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tirkîye Çawa li Hilbijartinên Amerîkayê Temaşe Dike?


Hilbijartinên Amerîkayê ku di Mijdarê de tên kirin, li Tirkîyeyê him ji alîyê Kurdan û him jî ji alîyê Tirkan ve ji nêz ve tên şopandin.

Medyaya Tirkîyê, bi taybet jî televîzyonên nêzîkî hikûmetê, her roj li ser hilbijartinên Amerîkayê nîqaşên taybet pêk tînin.

Berî ku berbijara Demokrat Kamala Harris têkeve kêbirkeyê, di nav medyayê de bêtir nîqaş li ser serkeftina Donald Trump dihatin kirin, lê Harris kempeyna xwe ragihand nîqaşên di medyaya Tirkîyê de jî hatin guhertin.

Çavên desthilat û opozîsyona Tirkîyê jî li ser hilbijartinên Amerîkayê ne. Partîya Dad û Pêşvebirinê (AKP) û Partîya Gel ya Komarî (CHP) li ser vê hilbijartinê heta niha tiştekî eşkere dîyar nekirine, lê di helwest û tevgera wan de tê xuyakirin ku AKP nêzîkî Trumpê Komarî ye, CHP jî nêzîk Harris e.

Hilbijartinên Amerîkayê ji hêla Kurdan ve jî bi baldarî tê şopandin. Ew di vî warî de her çiqas rengekî vekirî dîyar nekin jî lê daxwazê wan herî zêde li ser Demokratên Amerîkayê lêhurdibe. Sedema vî jî sîyasetên Trump yên ku di demên berê de li hemberî Rojava wek sedem tên nîşandan.

Ceylan Akça Cupolo, Parlementera Partîya Wekhevî û Demokrasî ya Gelan (DEM Partî), li ser helwesta Kurdan ji Dengê Amerîkayê re axivî û got ku di demên berê de hin xiyalên Kurdan hatin şikandin û Trump bawerîyek neda Kurdan.

Ceylan Akca Cupolo, Dem Party MP
Ceylan Akca Cupolo, Dem Party MP

“Kurd dizanin ku di hilbijartinên Amerîka de dê bandorên herêmî û cîhanî hebin. Ji ber vê yekê ew bi balarî temaşe dikin. Di demên berê de bêdengîya Demokrat û Komarîyan li hemberî polîtîkayên Tirkîyê Kurd gelek êşandin. Karaktera Donald Trump ya nepêşbînîkirî rewşeke wisa diafirine ku ji bo Kurdan divê bi baldarî lê were temaşekirin. Di alîyê din de jî tê xuyakirin ku sîyaseta Demokratan bi awayekî kevneşopî diçe. Di encamê de nêrîna Kurdan ya li hilbijartinên Amerîkayê wek pêvajoyeke çavdêrîyê ya bi hişyarî ye.”

Sîyaseta Tirkîyê her çiqas ber bi Trump be jî, lê dîsa bi awayekî hayjixweyî nêzîkî vê hilbijartinê dibe. Zanyarê sîyasî Tanjû Tosûn ji Dengê Amerîkayê re dibêje ku Tirkîye pêdivîye ku di vê derê de tenê ji bo berjewendîyên xwe tevbigere.

Tanjû Tosûn
Tanjû Tosûn

“Bi giştî ez bawer nakim ku li Tirkîyê namzedeke eşkere were parastin. Lê dema em li siyaseta derve ya Tirkîyê dinêrin, diyar dibe ku di çarçoveya têkiliyên bi Amerîkayê re, partiya desthilatdar û opozîsyon ji hev cuda ne, lê di dawiya dawî de divê siyaseta me ya derve ya neteweyî li gorî berewendîyên Tirkîyê were teşekirin.”

Profesor Mahzar Bagli, pisporê siyasetê, ji Dengê Amerîkayê re ragihand ku li gor dewletên cîhanê bala Tirkîyê bêtir li ser hilbijartinên Amerîkayê ye.

“Bêguman, hilbijartinên Amerîkayê tenê vê derê eleqeder nake, li ser hemû dewletan bandoreke wî heye. Her dewlet li gor berjewendîyê xwe nêzîk dibe, lê dikarim bêjim ku bala Tirkîyê li gor van hemû dewletan zêdetir li ser van hilbijartinan e. Di navbera Tirkîyê û Amerîkayê de du pirsgirêkên sereke hene. A yekemîn li gor Tirkîyê Amerîka piştgirîya PKK dike û ji vî jî gelek ecize, ya duyemîn jî şera Îsraîl û Fîlîstînê de Amerîka piştgirîya Îsraîlê dike û ev jî bala Tirkîyê zêdetir dikşîne ser van hilbijartinan.”

Raporta Eyyup Demir 09_19_2024
please wait

No media source currently available

0:00 0:04:06 0:00
XS
SM
MD
LG