Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hamas Dibêje Ew Plana Amerîka Qebûl Dike û Pêşnîyarên Nû Hewce Nakin


Serokê baskê siyasî yê koma çekdar Hamasê Yahya Sînwar, li Gaza, 1’ê Cotmeha 2022’an.
Serokê baskê siyasî yê koma çekdar Hamasê Yahya Sînwar, li Gaza, 1’ê Cotmeha 2022’an.


Hamasê îro Pêncşemê ragihand ku jibo Gaza pêdivîya wan bi pêşnîyarên nû yên ser agirbestê tuneye.

Wê rêxistinê dîyar kir ku wan plana Amerîka qebûl kiriye û jibo Îsraîl jî wê qebûl bike divê zext were çêkirin.

Çaverê bû Amerîka jibo nelihevkirina Îsraîl û Hamasê bişikîne ser agirbestê pêşnîyarên nû ragihîne.

Hamasê dîyar kir ku Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu dibêje ewê hêzên Îsraîlê ji korîdora Philadelphi ya li başûrê Gaza venekişe û bi vê gotinê rê li ber lihevkirinê digire.

Rêxistina Filîstînî îdia kir ku ‘’Netanyahu jibo êrîşvanîya dijî gelê wan dirêj bike danûstandinan bi kar tîne’’ û bang li gel kir ku li hember ‘’hîle û kemînên’’ wî hişyar bikin.

Hamasê dîyar kir ku wê pêşnîyara Amerîka ya 2’yê Tîrmehê qebûl kiriye.

Amerîka, Qatar û Misir jibo agirbesta Gaza û berdana dîlên Îsraîlî bi mehan e navbeynkarîyê dikin, lê heta niha jî Îsraîl û Hamasê ti lihevkirin ranegihandiye.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG