Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hamas: Armanca Daxuyanîyên Blinken yên Ser Agirbestê Givaştina Dijî Wê Ye


Rêvebirê payebilind yê Hamasê Samî Ebû Zuhrî îro Çarşemê ragihand ku wezîrê derve yê Amerîka Antony Blinken, jiber pêknehatina peymana agirbesta Gaza, komê bi neheqî tawanbar dike.

Blinken piştî serdanên Rîyad û Amman îro li Tel Avîv bi rêberên Îsraîlî re hevdîtinan dike, ku wan jibo şandina pirtir alîkarîyên mirovahî ji Gaza re qane bike.

Wezîrê Amerîkî bi dubarekî bang li Hamasê dike ku pêşnîyara herî dawî ya Îsraîlê qebûl bike.

Tê ragihandin ku di peymana ku Îsraîlê pêşnîyar kirîye de agirbesteke eşkere tuneye, lê di berdêla jimareke girtîyên Filistînî de, tenê azadkirina 33 dîlên - jin, zarok û yên nexweş- di destê Hmasê de heye, dema dema rawestîneke sînordar ya şerê li Gaza jî wê pêkan be.

Blinken roja yekşemê li Rîyadê pesna pêşnîyara Îsraîlê da û got ku tiştê ku di navbera gelê Gaza û agirbestê de rawestîye tenê Hamas e.

"Şîroveyên Blinken dijî rastîyê ne. Jibo Blinken, ku wek ne wezîrê derve yê Amerîka, lê yê wek Îsraîlê tê nas kirin, ne xerîb e ku daxuyanîyeke wiha bide," Ebû Zuhrî got.

Berpirsê Hamasê herwiha anî ziman ku "tewra şanda danûstandinan ya Îsraîlê jî qebûl dike, ku Netanyahu ye ku rê li ber gihîştina peymanê digire.

Ebû Zuhrî ragihand ku koma wî Hamas, ser pêşnîyara agirbestê ya dawî xebatên xwe didomîne.

Hamas dibêje ku ew agirbesteke domdar û vekişîna hêzên Îsraîlî ji Gaza dixwaze.

Netanyahu jî dibêje ku bersîva Hamasê ya agirbestê çi be jî, Îsraîl divê operasyona bajarê Refahê li başûrê Gaza pêk bîne, jibo tunekirina bermahîyên Hamasê.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG